Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan taloq kirin

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan ku biryar bû 1-2’yê Adarê bê lidarxistin, taloqî Nîsanê hate kirin.

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan taloq kirin
25 sibat, 2025   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan, her sal 1 û 2’ê Adarê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li dar dixe.

Desteya Çand û Hunerê îro ragihand ku Mîhrîcana Çand û Wêjeya Jinan a 10’an taloqî meha Nîsanê kiriye.

Der barê mijarê de hevseroka Desteya Çand û Hunerê Firyal Çolî agahî dan ajansa me.

Firyal Çolî diyar kir ku sedema taloqkirinê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker e. Firyalê destnîşan kir ku amadekariyên mîhrîcanê destpêka îsal dest pê kir û komîteyên jinên Kurd, Ereb û Suryan hatin avakirin.

Firyal da zanîn ku deriyê mîhrîcanê dê li ber hemû kesên li Sûriyeyê û derveyî wê vekirî be û got di mîhrîcanê de dê pirrengiyeke fikrî û çandî hebe.

Şertên ku komîteya amadekar a mîhrîcanê ji bo beşdariyê diyar kirine ev in:

Divê temenê beşdaran ne kêmî 18 saliyê be. Berhemên bi zimanên kurdî, erebî û suryanî tên qebûlkirin. Nabe berhem berê hatibin weşandin an wergerandin.

Şertên beşdariya hunera şêwekariyê: Divê temenê beşdaran ne kêmî 18 saliyê be. Herî kêm 2 tablo tên qebûlkirin. Divê berhem berê nehatibin pêşandan. Ji bo beşdariya mîhrîcanê, wêneyên kesane û CV werin şandin.

Her wiha Firyal Çolî diyar kir ku mîhrîcana 10’an dê di aliyê cih, beşdarbûn, hunerên şêwekariyê û destkariyan û bernameya giştî de cuda be. Her wiha îşaret pê kir ku dê cara yekemîn ji derveyî Sûriyeyê beşdarî hebe.

(bb)

ANHA