Meclisa Bajarê Sebxayê hat avakirin

Meclisa Bajarê Sebxayê ya kantona Reqayê bi civînekê hat avakirin.

Meclisa Bajarê Sebxayê hat avakirin
Meclisa Bajarê Sebxayê hat avakirin
Meclisa Bajarê Sebxayê hat avakirin
Meclisa Bajarê Sebxayê hat avakirin
Meclisa Bajarê Sebxayê hat avakirin
Meclisa Bajarê Sebxayê hat avakirin
25 sibat, 2025   15:26
REQA

Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê bi civînekê meclisa bajarê Sebxayê ava kir. Şêniyên bajar, hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê û hevserokên Meclisa Demokratîk a Gelan a Reqayê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên saziyên sivîl, leşkerî, Desteya Kar û Barên Olî, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk û rûspiyên eşîrên Reqayê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê Kedîm El Îdan axivî û avakirina meclisê pîroz kir û got: “Em avakirina Meclisa Bajarê Sebxayê pîroz dikin. Piştî ketina rejîmê, me dest bi lêkolînkirina rewşa ewlehî û xizmetguzarî ya bajar kir. Me li gorî derfetên xwe xizmet pêşkêşî bajar kir. Em ji we dixwazin ku ji bo pêşxistina bajar bi me re hevkar bin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî axivî û got: "Em tevlêbûna bajarê Sebxayê ya nava kantona Reqayê pîroz dikin. Em kêfxweş in ku piştî 14 salan ji zordestî û bindestkirina pêkhateyan a ji ber desthilata Sûriyeyê ya berê bajar xwe bi rê ve dibe.”

Hêvîn Îsmaîl soz da ku dê xizmetan pêşkêşî bajar bikin.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Zûd El Îsa jî avakirina meclisê pîroz kir û wekî gaveke dîrokî di meşa demokratîkkirina herêmê de bi nav kir.

Xud El Îsa bang li hêzên demokrat ên nîştimanî kir ku ji bo avakirina demokrasiyê bi hev re kar bikin, yekitiya xwe ava bikin û nakokiyên xwe çareser bikin.

(bb)

ANHA