Rêveberê SOHR`ê: Peymana QSD û hikumeta demkî kêm hatiye pêkanîn

Rêveberê SOHR’ê Ramî Ebdilrehman pêkanîna peymana di navbera QSD û hikumeta demkî de wekî kêm û di çarçoveya rawestandina pevçûnan û hin tedbîrên ewlehiyê yên sînordar de bi nav kir û destnîşan kir ku bendên sereke, wekî entegrekirina hêzan û vegera koçberan, ji ber nebûna baweriyê û nakokiyên siyasî rawestiyane.

Rêveberê SOHR`ê: Peymana QSD û hikumeta demkî kêm hatiye pêkanîn
3 adar, 2026   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdilrehman têkildarî asta pêkanîna peymana 29`ê Çileyê, ji ajansa me re axivî û diyar ku divê peyman ne li gorî daxuyaniyên siyasî, li gorî pratîka li ser erdê were nirxandin.

Ramî Ebdilrehman got peyman heta niha bi awayekî bibandor bûye egera rawestandina pevçûnan, lê armancên wê yên bingehîn bi tevahî nehatine bicihanîn. Ebdilrehman destnîşan kir ku bicihanîn qismî pêk hatiye ku peyman kete meha xwe a duyemîn“ji çareseriyeke aram bêtir bûye têgihîştineke hesas”.

Ebdilrehman diyar kir ku bendên herî berbiçav ên ku hatine rawestandin ev in: ji nû ve bicihkirina hêzên leşkerî, rakirina dorpêça li ser Kobanê, berdana dîlgirtiyan û aşkerakirina çarenûsa windahiyan û her wiha garantîkirina vegera ewle ya koçberan û yekkirina rêveberî û saziyên xizmetê.

Rêveberê SOHR`ê derengmayîna van pêkanînan bi nebûna baweriyê di navbera aliyan de, pirbûna aliyên têkildar, nakokiyên li ser desthilatdariyê û bandora aliyên herêmî ve girê da.

Ebdilrehman astengiyên li pêşiya pêkanîna peymanê wiha bi rêz kirin: "Nakokiyên siyasî yên li ser şêweya rêveberiyê û pêşeroja herêmê, pirsgirêkên ewlehiyê yên ji ber êrişên ku carinan çêdibin, her wiha pirsgirêkên îdarî yên têkildarî rêveberina samanan û desthilatdariyê.

Der barê vegera koçberan de, Ebilrehman destnîşan kir ku vegera wan sînordar maye, ji ber fikarên ewlehiyê û nebûna garantiyên qanûnî û her wiha asta wêrankirinê, qelsiya xizmetan, û guhertina demografîk a ku di salên şer de çêbûye.

Ebdilrehman diyar kir ku bajarê Kobanê ji ber cihê wê û girîngiya wê ya sembolîk, ceribandineke rastîn a serkeftina peymanê ye û destnîşan kir ku aramiya nisbî ya heyî nayê wê wateyê ku pirsgirêkên bingehîn hatine çareserkirin.

Ramî Ebdilrehman hişyarî da ku têkçûna peymanê dikare bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê, xirabûna ewlehiya heyî û kûrbûna nakokiyan li Sûriyeyê.

(k)

ANHA