Lêkolînerekî Misrî: Şerê li dijî Îranê û jinûve xêzkirina Rojhilata Navîn

Lêkolînerekî Misrî diyar kir ku şerê li dijî Îranê di çarçoveya jinûve xêzkirina herêma Rojhilata Navîn de bi rêya qelskirina rejîma Îranê û birîna destê wê ye.

Lêkolînerekî Misrî: Şerê li dijî Îranê û jinûve xêzkirina Rojhilata Navîn
3 adar, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Herêma Rojhilata Navîn ji ber êrişên berdewam ên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser Îranê ku piraniya deverên stratejîk, baregehên leşkerî û kesayetên rayedar dikin armanc bi taybetî Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî, di rewşeke aloz de ye.

Li hember vê yekê, Îran bi avêtina mûşekan li dijî bajarên Îsraîlî û baregehên Amerîkî li welatên Kendavê û Iraqê, bersivdayîna van êrişan didomîne.

JINÛVE XÊZKIRINA ROJHILATA NAVÎN

Der barê vê yekê de, lêkolînerê Misrî Munîr Edîb ji ajansa me re axivî: "Tiştê ku li Rojhilata Navîn diqewime encama bûyerên 7'ê Cotmeha 2024'an e. DYA û hevalbendê wê Îsraîlê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin û bi awayekî ji nû ve ava bikin ku bandorê li ewlehî û hevalbendên wê neke."

Edîb Di çarçoveya vê nexşeya nû de ku DYA hewl dide xêz bike, dixwaze gefa Îranê ji holê rake; ji ber vê yekê, ev der şer Hezîrana 2025'an de bû dema ku Îsraîlê êrişên xwe yên mûşekî li dijî Îranê bi kar anîn, piştire jî rûbirûbûna niha hebû ku bû sedema kuştina Rêberê Bilind û hejmarek ji fermandarên Îranî.

LAWAZKIRINA SÎSTEMA ÎRANÊ Û BIRÎNA PENCÊN WÊ

Der barê armancên van êrişan de, Edîb destnîşan kir ku armanc ne hilweşandina rejîmê ye, dibe ku lawazkirin, nermkirin, zextkirin û neçarkirina wê be. Li kêlek wê jî qebûlkirina şertên Amerîkî yên têkildarî hilweşandina projeya nukleerî, jiholêrakirina projeya balîstîk, birîna baskên Îranê li welatên Ereban e. Ji lew re armanca ne tunekirina rejîmê ye, nîşaneya wê jî ew e ku Elî Xameneyî kuştin û serok Masûd Pizîşkiyan hiştin.

Lêkolîner Edîb bal kişand ser bandora van êrişan li ser rejîma Îranê û diyar kir ku guman tune ye kuştina gelek rêberên Îranî rejîm qels kiriye. Dibe ku peyamek ji rejîma Îranê ya niha re şandiye; şertan qebûl bikin, an alternatîf wê tunekirina tevahiya rejîma Îranê be. Ji ber vê yekê, armanckirina van fermandaran bi vî rengî, bi karanîna heman mûşekan û bi awayekî wisa bilez, ew e ku Îranê teşwîq bike ku şertên Amerîka û Îsraîlê qebûl bike.

MEYLA ÎRANÊ BER BI KÊMKIRINA ALOZIYÊ Û BERSIVDAYÎNA MERCAN

Edîb anî ziman ku ev şer dibe ku di nava yek an 2 hefteyan de biqede. Çawa ku Amerîka û Îsraîl şer dane destpêkirin, ew dikarin rawestînin jî. Ji ber vê yekê dibe ku pêvajoya wê ji yek an 2 hefteyan dirêjtir bibe bi armanca ku zexteke zêde li Îranê bikin, heya ku hemû şertên Amerîka û Îsraîlê yên der barê hilweşandina nukleerî, jiholêrakirina projeya mûşekên balîstîk, her wiha jiholêrakirina baskên Îranî û kêmkirina hêza Îranê di têkiliya bi van baskan re qebûl bike.

Lêkolînerê Misrî Munîr Edîb da zanîn ku bê guman ku şerê Îranê bandorek mezin li Rojhilata Navîn û hevalbendan dike, ev yek bi dijminatiya ku Îran bi hemû dewletên Kendavê re ketiye holê û heta niha nêzîkî 15 baregehên Amerîkî li dewletên Kendavê armanc girtiye, li hemû dewletên Kendavê xistiye.

(ac/fr)

ANHA