Şêniyên Hesekê: Em bi dilgermî peyama Rêber Abdullah Ocalan pêşwazî dikin

Xelkê Hesekê bi hêviyeke mezin peyama Rêber Abdullah Ocalan pêşwazî kir û diyalogê wek rêya çareseriya dibîne.

Şêniyên Hesekê: Em bi dilgermî peyama Rêber Abdullah Ocalan pêşwazî dikin
3 adar, 2026   05:10
HESEKÊ
BILIND IBRAHÎM

Rêber Abdullah Ocalan di salvegera roja ragihandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de peyamek bi rê kir û got pêvajoya duyem a entegrasyona demokratîk dest pê kiriye. 

Şêniyên bajarê Hesekê têkildarî mijarê got: “Me bi hêvî û dilekî germ peyama Rêbertî pêşwazî kir.”

Şêxmûs Qenco got: “Gelê Kurd bi hêvî û dilekî germ peyama Rêber Apo pêşwazî kir. Gelê Kurd dît ku di dawiya şer de lihevkirin çêdibe û diyalog dest pê dike. Rêbertî gelek caran xwest lihevkirin çêbe lê kesî xwe neda ber. Niha piştî rêwîtiya têkoşînê ya 50 salî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Her wiha Rêbertî li dîrokê vegeriya û behsa têkiliya civakan a bi sedan salan kir. Di dawiyê de şer ziyanê dide gelan û tenê dikevê bin xizmeta desthilatdar û xwediyê berjewendiyan. Ji ber vê yekê Rêbertî her tim dixwest ev şer bi dawî bibe û ji civakê gelek aliyan piştgiriya xwe ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anîn ziman.”

Rêveberiya Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûşen Ferho got: “Ev pêvajo gelekî hesas e, bi taybet ji aliyê siyasî ve, li Rojhilata Navîn gelekî zû pêşveçûn çêdibin û bandorê herêmê dike. Civak bi hestiyarî nêzî peyamên Rêber Abdullah Ocalan nebû, piştî peyamê piştgiriya xwe ya aştî û çareseriya demokratîk diyar kir.”

Ji bo Rojava jî Rûşen Ferho got: “Rojava aliyê siyasî û civakî ve gelek taybetmendiyên xwe yên cûda hene. Gelê Rojava di tebrubeya xwe ya 15 salan de hebûn, ziman û nasnameya xwe diyar kir. Di çareseriya siyasî de divê hebûn, ziman û nasnameya gelê Kurd were naskirin."

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Elyas diyar kir ku sîstema neteweya demokratîk ji bo hemû pêkhateyan guncaw e û got: "Divê gel alîgirê aştiyê be, qebûl neke ku xwîn biherike. Têkoşîna bi salan tê kirin ne ji bo parçeyekî ji erdnîgariyê ye, ji bo azadiyê ye. Projeya neteweya demokratîk jiyan û mafên hemû pêkhateyan garantî dike. Şerê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de bandor li tevahî dewletên herêmê kiriye. Di encama şer de gel û civak dibin qurbanî. Niha civak bi giştî gihaştiye wê qenaetê ku diyalog rêya çareseriyê ye.”

ANHA