Rêveberê Polîsên Xezayê di êrişa Îsraîlê de hat kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî erebeya wî de rêveberê Polîsên Xezayê Cemal Ebû Kemîl hat kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

Rêveberê Polîsên Xezayê di êrişa Îsraîlê de hat kuştin
13 tebax, 2026   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Hundir a Xezayê ragihand ku rêveberê Polîsên Xezayê di êrişa hêzên Îsraîlê ya li dijî erebeya wî de hat kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

Wezaretê diyar kir ku êriş li kolana Reşîd a Xezayê rûdaye.

Çavkaniyên bijîşkî yên Filistînê jî piştrast kir ku yek ji birîndarên êrişê alîkarê Ebû Kemîl bû û yê din rêwiyek li nêzî cihê êrişê bû.

(bb)