Washington: Heta tê xwestin em ê dorpêça li ser Îranê bidomînin

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku Washington dê dorpêçkirina Îranê berdewam bike û keştiya balafiran USS “George Washington” jî ber bi herêmê ve diçe.

Washington: Heta tê xwestin em ê dorpêça li ser Îranê bidomînin
13 tebax, 2026   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth got, heta ku pêwîst be dê Washingtonê dorpêçkirina Îranê bidomîne.

Girêdayî mijarê rojnameya The Wall Street Journal ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Amerîkayê diyar kir ku keştiya balafiran USS “George Washington” ber bi herêmê ve diçe da ku şûna keştiya balafiran USS “Abraham Lincoln” bigire.

Rayedaran ev tevger wekî "beşek ji plana asayî ya hêzên deryayî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin" bi nav kir.

(f)