Li Romayê di kargeheke teqemeniyê de teqîn çêbû

Li bajarê Colleferro yê başûrê rojhilatê Romayê di kargeheke teqemeniyê ya koma Almanî KNDS‘ê de  teqînek çêbû.

Li Romayê di kargeheke teqemeniyê de teqîn çêbû
13 tebax, 2026   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hêzên Îtalyayê, li bajarê Colleferro yê nêzî 40 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Romayê ye teqînek di kargeheke teqemeniyê de çêbû.

Ajansa Nûçeyan a ANSA‘yê ragihand ku kargeh aîdî koma parastinê ya Almanî ya KNDS‘ê ya çêkirina cebilxaneyên navîn û mezin ên bejahî û deryayî ye.

(f)