Ciwanek jinan fêrî ajokariyê dike

Nîlna Abdullah ji ber hezkirina xwe ya ji ajokariyê re jinên ji Dêrik û Girkê Legê jî fêrî ajokariyê dike. Nîlnayê anî ziman ku ew bi vî karî dixwaze alîkariya jinan bike.

Ciwanek jinan fêrî ajokariyê dike
Ciwanek jinan fêrî ajokariyê dike
Ciwanek jinan fêrî ajokariyê dike
Ciwanek jinan fêrî ajokariyê dike
Ciwanek jinan fêrî ajokariyê dike
4 îlon, 2026   06:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Nîlna Abdullah a 29 salî ji bajarê Dêrikê ye. Nîna nêzî salekê ye jinên ji Dêrik û Girkê Legê fêrî ajokariyê dike. 

Nîlnayê ji ajansa me re diyar kir ku ji ber hezkirina wê ya ji ajokariyê re dest bi vî karî kiriye û anî ziman ku ew jinan, bi taybet jî yên karker, fêrî ajokariyê dike da ku alîkariya wan bike ku xwe bispêrin xwe û çûn û hatina wan hêsan bibe.

Nîlna Abdullah destnîşan kir ku fêrbûna ajokariyê dihêle ku jin bi hêsanî biçin cihê kar û vegerin. Her wiha da zanîn ku eleqeyeke mezin a jinan û jinên ciwan heye ku xwe fêrî ajotinê bikin.

Nîlnayê bi bîr xist ku jin dikarin di hemû qadan de kar bikin û behreyên xwe veguherînin projeyên taybet.

Nîlna Abdulla got îrade, israr û jixwebawerî bingehên serketinê ne û bang li jinan kir ku guh nedin rexneyên ku hêza wan biçûk dixin.

 (bb)

ANHA