Şêniyên Qamişloyê: Biryar têra mafê me yê perwerdeya bi zimanê dayikê nake

Şênî û xwendekarên ji Qamişloyê daxwaza naskirina zimanê kurdî bi fermî û wek zimanekî perwerdeyê di destûrê de kir.

Şêniyên Qamişloyê: Biryar têra mafê me yê perwerdeya bi zimanê dayikê nake
4 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya girêdayî dayîna tenê 3 saetan di hefteyê de ji bo zimanê kurdî, di nava xwendekar û şêniyan de rastî bertekên berfireh tê.

Der barê mijarê de endama Rêveberiya Lêkolînên Perwerdeyê Zuleyxa Ebdê diyar kir ku biryar ne li gorî Biryarnameya 13`an e, bendewarî hebû ku bi vê biryarê zimanê kurdî bibe zimaneke fermî ya li herêmê.

Zuleyxayê destnîşan kir ku danîna zimanê Kurdî wekî zimaneke vebijêrkî ne li gorî daxwazên gelê Kurd û rêwîtiya wan a têkoşînê ya dirêj e.

Zuleyxa Ebdê hincetên wezaretê yên nebûna têgînên madeyên zanistî şermezar kir û da zanîn ku dikarin hemû materyalan wergerînin. Zuleyxayê bang li mamosteyan kir ku berevaniyê li ber mafê xwe yê rewa û parastina nasnameya xwe bikin.

Xwendekara bi navê Nisrîn Hesen Esaf diyar kir ku ew bi temamî girêdayî perwerdeya xwe ya zimanê kurdî ne, ew ji zarokatiya xwe ve bi zimanê xwe yê kurdî dixwîne û ji bilî wê naxwaze fêrî tu zimanên din bibe. Ew hêvî dike ku ew derbasî hemû beşên perwerdeyê bibe.

Şêniyê bi navê Wasil Esad destnîşan kir ku gelê Kurd yek ji pêkhateyên kevn û xwedî giranî ne li Sûriyeyê, ji ber ku ziman temsîla nasname û çandê dike, nabe ku biryara dayîna 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de were qebûlkirin.

Esad diyar kir ku di aloziya Sûriyeyê ya 14 salan de ji bo bidestxistina mafan têkoşîneke pir mezin hat kirin, yek ji wan jî ya ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bû. Divê têkoşîna ku pêk hat li ber çavan were girtin, zimanê kurdî bibe zimaneke fermî di destûra Sûriyeyê de.

Xwendekara refa 9`an Evîn Îbrahîm dayîna hejmareke sînordarkirî ji bo dayîna zimanê kurdî red kir. Evînê diyar kir ku divê bi awayekî giştî materyal bi zimanê kurdî bin, zimanê kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî, pê re jî pêşeroja xwendekaran a xwendinê were misogerkirin.

(sb)

ANHA