Rejîma Îranê li Kirmanşahê 5 kes qetil kirin

Li Kirmanşahê di encama êrîşên hêzên rejîma Îranê de herî kêm 5 Kurd hatin qetilkirin.

Rejîma Îranê li Kirmanşahê 5 kes qetil kirin
11 ÇILE, 2026   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îranê serhildana gelan du heftê li dû xwe hiştin. Li gel hemû zordariyên rejîmê jî gel kuçe û kolanan terk nake û daxwaza azadiyê dike. 

Li gorî çavkaniyên herêmê şevê din li gelek taxên Kirmanşahê çalakiyên girseyî berdewam kirin. Hate ragihandin ku rejîmê êrîşî çalakiyan kiriye û herê kêm 5 Kurd qetil kirine.

Çavkaniyan ragihand ku di erîşên li taxa Dareh Derazê Keywan Rezayî, Yasin Mirzayî, Behroz Safeyî, Saman Nazarî û Sayyad Faramarzi jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha hate daxuyandin ku di êrîşan nêzîk 50 kesan birîndar bûne û ji van birîndaran ên navên wan tên zanîn Aram Fethî, Muhammed Mîrî û Afşar Necatî ne. Hemen çavkaniyan agahî dan ku ji birîndaran Aram Fethî ji hêla hêzên rejîmê ve bi halê xwe yê birîndar hatiye revandin û heta niha agahî jî ne hatiye girtin.