Çeteyekî li Misrê bi tohmeta terorê tê xwestin tevî êrîşên Şêxmeqsûd bû

Di dîmenekê de ku li taxa Şêxmeqsûd hatiya kişandin xuya dibe ku çeteyekî Misrî bi navê Ehmed El Mensûr ku ji hêla dewleta Misrê bi tewana terorê tê tewanbarkirin, di nava çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de êriş dike.

Çeteyekî li Misrê bi tohmeta terorê tê xwestin tevî êrîşên Şêxmeqsûd bû
11 ÇILE, 2026   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku vîdyoyek li ser înternetê belav û tê de diyar dibe ku çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bêrêzî li cenazeyê endameke jin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin, bikarhênerên medyaya dîjîtal li Misrê diyar kirin ku çeteyekî di vîdyoyê de tê dîtin û "Allahu Ekber" diqîre, welatiyekî Misrî ye û navê wî Ehmed El Mensûr e. Ew ji aliyê dewleta Misrê ve bi tewana terorê tê xwestin û niha di nav Heyet Tehrîr El Şam de ye.

Çalakvanên Misrî vîdyoya ku komek çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bêrêziyê li cenazeyê endameke jin a Hêzên Ewlekariya Navxweyî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin parve kirin. Wan diyar kir ku yek ji wan çeteykî Misrî yê bi navê Ehmed Hemmed El Mensûr e.

Li gorî dezgehên medyayê yên Misrê, Ehmed El Mensûr ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Misrê ve bi tewana têkildarî terorê tê xwestin. Ew çend sal in li Sûriyeyê dijî û di vîdyoyên berê de ku gef li Misrê dixwar xuya bûye.

Li gorî agahiyan ew li Îskenderiyeyê ji dayik bûye, ji parêzgeha Sohagê ye, û berî ku tevlî Heyet Tehrîr El Şam bibe, li peymangeha navîn a Ezherê xwendiye.

(k)