Rejîma Îranê di salekê de 2 hezar û 230 kes bi dar ve kirine

Kampanyaya “Sêşema ji Darvekirinan re Na” da zanîn ku di nava salekê de herî kêm 2 hezar û 230 kes li Îranê hatine darvekirin ku ji wan 47 girtiyên siyasî ne.

Rejîma Îranê di salekê de 2 hezar û 230 kes bi dar ve kirine
13 cotmeh, 2026   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên Kampanyaya “Sêşema ji Darvekirinan re Na” ku di hefteya 142’yan de li 66 girtîgehên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî cezayên darvekirinê didome, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Kampanyaya Sêşema ji Darvekirinan re Na” di hefteya 142’yan de li 66 girtîgehên Îranê dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyên siyasî û sivîl bi greva birçîbûnê li dijî cezayên darvekirinê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Li gorî amarên “Kampanyaya Sêşema ji Darvekirinan re Na” di navbera Cotmeha 2025’an heta Cotmeha 2026’an herî kêm 2 hezar û 230 kes li Îranê hatine darvekirin. Di nava wan de 54 jin û 47 girtiyên siyasî û 4 zarok hene. Ev amarên herî tirsnak ên darvekirinê yên 40 salên borî ye.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di hefteya borî de cezayê darvekirinê yê ku li girtiyên siyasî û xwendekarên bi navên Emîr Hesen Ekberî Munferîd, Elî Zakanî (19), Cabir Xesrewî û Omer Durstaran hatibû birîn, hatiye bicihanîn.

Hatiye diyarkirin ku di hefteya borî de Umêd Qanûnî (17) li Xwansar û welatiyek bi navê Fereydun Mekarî li Meşhedê bi îşkenceya hêzên rejîmê hatine qetilkirin.