Ciwanan tayînkirina karmendên ji derveyî herêmê li balafirxaneyê red kir

Ciwanên li Qamişloyê bi daxuyaniyekê redkirina xwe ya li hemberî tayînkirina karmendên Balafirxaneya Qamişloyê ji şêniyên derveyî herêmê, nîşan da û bang li hikumeta veguhêz kir ku derfetên kar bide xelkê herêmê.

Ciwanan tayînkirina karmendên ji derveyî herêmê li balafirxaneyê red kir
Ciwanan tayînkirina karmendên ji derveyî herêmê li balafirxaneyê red kir
Ciwanan tayînkirina karmendên ji derveyî herêmê li balafirxaneyê red kir
Ciwanan tayînkirina karmendên ji derveyî herêmê li balafirxaneyê red kir
13 cotmeh, 2026   14:28
QAMIŞLO

Hejmareke ciwanên li bajarê Qamişlo bi amadebûna şêniyan, ji bo redkirina tayînkirina karmendên ji derveyî herêmê li Balafirxaneya Qamişloyê, li pêşiya balafirxaneyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ciwanan bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku taybetmendiyên herêmê û îradeya şêniyên wê li ber çavan bigire, derfetên kar bide ciwanên li herêmê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gorî peymana entegrasyonê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz de, divê rêzdarî li ber taybetmendiyên ciyawaz ên herêmê bê girtin, îrade û biryara gelên li herêmê li ber çavan bê girin, dema karmend ji bo saziyên li bajar bên tayînkirin divê li gorî wê ji xelkê herêmê bin, lê karmendên balafirxaneyê ji derve tên tayînkirin.

Hate diyarkirin ku ew wek ciwanên Qamişloyê vê gavê şermezar dikin, mafê wan ê xebata li ser xaka wan heye, ew xwedî pisporiyên cuda ne lê hîn bê kar in, ev binpêkirina mafê ciwanan e.

Her wiha daxwaz ji hikumeta veguhêz hat kirin ku bangên wan bi cih bînin û derfetên kar bidin xelkê herêmê û hat destnîşankirin ku bêkariya li herêmê hiştiye ku ciwan ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe pere ji malbatên xwe wergirin, ev jî barê malbatan girantir dike, bandorê li rewşa ciwanan a derûnî jî dike û dihêle ku pirsgirêkên civakî zêde bibin.

(sb)

ANHA