Almanyayê statuya penaberiyê ya hin sûriyeyiyan betal kir

Nivîsgeha Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê biryara betalkirina statuya penaberiyê ya hin koçberên ji Sûriyeyê da.

Almanyayê statuya penaberiyê ya hin sûriyeyiyan betal kir
13 cotmeh, 2026   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Bild a Almanyayê da zanîn ku Nivîsgeha Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê statuya penaberiyê ya hin sûriyeyiyên li Almanyayê belat kiriye.

Li gorî rojnameyê Almanyayê rewşa ewlehiyê ya li Sûriyeyê, hejmara kesên ku vedigerin û xetereyên jiyana rojane nirxandine û ev biryarek daye.

Her wiha li gorî Nivîsgeha Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê koçberên ji Sûriyeyê êdî dikarin vegerin Sûriyeyê.

(np)