Hilbijartinên DYA: Demokrat 237 kursî, Komarger 139 kursî

Li gorî encamên destpêkê, Demokratan 237 kursî li Meclisa Nûneran bi dest xistine, lê Komargeran 139 kursî bi dest xistine. Ji bo Senatoyê jî; Demokratan 54 kursî û Komargeran 44 kursî bi dest xistine.

Hilbijartinên DYA: Demokrat 237 kursî, Komarger 139 kursî
4 mijdar, 2026   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên navberê yên Kongreya DYA’yê roja Sêşemê bi beşdariya 210 milyon hilbijêran pêk hatin; nêzîkî 60 mîlyon hilbijêran dengên xwe pêşwext dabûn.

Di hilbijartinan de hemû kursiyên Meclisa Nûneran ku ji 435 kursiyên pêk tê ketin pêşbaziya dengdanê. Lêbelê ji bo 34 kursiyên ji 100 kursiyên Senatoyê ketine dengdana hilbijartinê.

Li gorî encamên destpêkê yên ne fermî, Demokratan 54 kursî û Komargeran jî 44 kursî ji 100 kursiyên Senatoyê bidest xistine. Di hilbijartinên navberê yên sala 2022’yan de, Demokrat û Komargeran bi destxistina 49 kursiyan wekhev ji hilbijartinê derketin. Kursiyên din jî yên namzetên serbixwe bûn.

Tevî ku di Meclisa Nûneran de, Demokratan heta niha 237 kursî û Komargeran jî 139 kursî bidest xistine, heta niha hîn jî encama 49 kursiyan nediyare. Di hilbijartinên navberê yên 2022’an de, Demokratan 213 kursî û Komargeran jî 222 kursî bidest xistibû.