Rêgezên nû yên tevgerînê li Ewropa û rageşiya nasnameya Şîe li Lubnanê

Rojnameyan diyar kir ku Ewropa hewl dide ji derveyî NATO`yê lihevhatinên ewlehiyê yên berferhtir pêk bîne, ku di encamê de çareseriyek berfireh çêbibe û bibe sedema hevsengiya hêzê. Li Lubnanê jî di nava Hizbullahê de nakokiyeke navxweyî heye.

Rêgezên nû yên tevgerînê li Ewropa û rageşiya nasnameya Şîe li Lubnanê
22 tebax, 2025   10:52
NAAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Erebî ya îro, behsa şerê Rûsya-Ukraynayê nakokiyên di nava Hizbullahê de kir. 

"RÊGEZÊN LÎSTIKEK NÛ LI EWROPAYÊ"

Rojnameya Îmaratî El Xelîc gotarek bi sernavê "Rêgezên lîstikek nû li Ewropayê" weşand. Nivîskarê gotarê da zanîn ku her du civînên bilind ên DYA-Rûsya û DYA-Ewropa-Ukraynayê yên ku di heman hefteyê de hatine lidarxistin, nîşan didin ku di dosyaya şerê Rûsya-Ukraynayê de guhertinek mezin çêbûye.

Nivîskarê gotarê destnîşan kir ku hemû alî gihiştine wê bawriyê ku derfetên bidawîanîna şer niha hene, û danîna rêzikên nû yên têkiliyan li Ewropayê pêkan e.

Rojnameyê destnîşan kir ku, li gorî tiştên di daxuyaniyan de hatine ragihandin, xwestekek mezin ji bo çareseriyek berfireh heye ku bibe sedema sererastkirina hevsengiya hêzan. Ev hevsengî wê bi rêya garantiyên ewlehiyê yên mîna parastina hevbeş (derveyî NATO`yê) pêk bê. Li aliyekî din Rûsya dixwaze Ukraynayê ji endameyê di NATO`yê de were betalkirin, Rûsya, Ukrayna û welatên Ewropî ji ber berdewamiya şer tewanbar kir.

LUBNAN: RADESTKIRINA ÇEKAN A HIZBULLAHÊ

Rojnameya Independed ya Erebî, di gotarek bi sernavê "Lubnan û banga dawî: Gelo Hizbullah dê gefên xwe yên şewitandina welatê pêk bîne?" de, nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku "Hizbullah mijara bêçekkirinê wekî gefek li ser mezheba Şîe nîşan dide, û dibêje eger ew çekên xwe radest bike, Şîe dê rastî çewisandinê werin. "

Rojnameya El Şerq El Ewset jî bi sernavê "Çek û dewlet... du nêrînên Şîeyan", li ser heman mijarê nivîsî. Rojnameyê da zanîn ku di nav civakên Şîe yên li Iraq û Lubnanê de nakokiya nêrînan heye: nêrînek çekan wekî nasnameyek siyasî, amûrek parastin û bandorê dibîne, û nêrîneke din aqilmend e dibêje hebûna Şîeyan bi statuya wan a neteweyî û destûrî di nava dewleta nûjen de girêdayî ye, bi rêya hemwelatîbûn û hevkariya neteweyî.

Li gorî rojnameyê ku girêdana hebûna Şîeyan bi hebûna çekan ve ye, dê dibe sedema zêdebûna parçebûna Şîeya li hundir û derve. Lê nêrîna nerm û aqilmend modeleke nû pêşkêş dike, dibêje divê Şîe weke beşek ji tevna neteweyî werin nasîn, ne wekî komek ku bi berxwedanê tê rêvebirin.

(k)