Di êrişa ser dibistanek li Xezayê de 12 kes hatin kuştin

Di çarçoveya plana "kontrolkirina bajarê Xezayê" de Îsraîlê êrişî dibistanekê li Xezayê kir, di encamê de 12 kes hatin kuştin.

Di êrişa ser dibistanek li Xezayê de 12 kes hatin kuştin
22 tebax, 2025   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televîzyona Filistînê, balafirên Îsraîlê dibistaneke koçber tê de li taxa Şêx Ridwan a bajarê Xezayê bombebaran kir. 

Di encama êrişê de 12 kes hatin kuştin. Bi wê re hejmara kuştiyan ji destpêka şerê li dijî Şerîda Xezayê ve derket 62 hezar û 192 kesan.

Di 20ˊê Tebaxê de berdevkê artêşa Îsraîlê Avi Dvrin ragihandibû ku Îsraîl derbasî qonaxa destpêkê ya êrişa li dijî bajarê Xezayê bûye.

Li gorî kanala 12ˊan a Îsraîlê Avi Dvrin gotibû "Em ê derbeyên xwe li dijî Hemasê di bajarê Xezayê de zêde bikin. Li gorî talîmatên rêveberiya siyasî me dest bi operasyonên pêşwext ên êrişê kirine û em ê şert û mercên vegera dîlgirtiyan amade bikin."

Li aliyekî din jî nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi bîr xistibû ku Netanyahu ferman da artêşê ku dema "kontrolkirina veşartgehên Hemasê li Xezayê" kêm bike.

(fr)