Nivîsgeha Dirav û Dayînan serfkirina fatoreyên genim didomîne

Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi rêya navendên xwe yên li bajarên kantonên herêmê, serfkirina fatoreyên cotkaran ên genim didomîne.

Nivîsgeha Dirav û Dayînan serfkirina fatoreyên genim didomîne
Nivîsgeha Dirav û Dayînan serfkirina fatoreyên genim didomîne
Nivîsgeha Dirav û Dayînan serfkirina fatoreyên genim didomîne
Nivîsgeha Dirav û Dayînan serfkirina fatoreyên genim didomîne
Nivîsgeha Dirav û Dayînan serfkirina fatoreyên genim didomîne
Nivîsgeha Dirav û Dayînan serfkirina fatoreyên genim didomîne
Nivîsgeha Dirav û Dayînan serfkirina fatoreyên genim didomîne
22 tebax, 2025   10:22
QAMIŞLO

Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya navendên xwe yên li bajar û kantonên herêmê serfkirina fatoreyên cotkaran ên genim didomîne. Nivîsgehê ji 6ˊê Tîrmehê ve dest bi serfkirinê kiriye, dê heta 24ˊê Tebaxê bidome.

Li gorî daxuyaniyek berê ya gerînendeyê xebatên serfkirinê di nivîsgehê de, Macid El Ebo diyar kiribû ku ji bo misogeriya rêveçûna xebata dayîna fatoreyan bi awayekî bi rêk û pêk 7 navend hatin amadekirin; Dêrik, Qamişlo, Tebqa, Dêrazor, Reqa û Hesekê. Ji bo ku xebat baş pêk were bi hevkariya aliyên eleqedar re mekanîzmayên birêxistinkirinê hatin diyarkirin.

Li gorî gerînendeyê şaxê nivîsgehê yê kantona Cizîrê Rênas Hemo fatoreyên hatine dayîn nêzî 11 hezar fatoreyan e. Hemo destnîşan kir ku astengiyên rûbirûyî tîmên serfkirina fatoreyan derketine nebûna xwediyên eleqedar in. Wê jî hişt ku kesên li şûna wan hatine wekaleteke qanûnî pêşkêş bike heta pereyan wergire.

Rêveberiya Xweser bihayê kirîna genim a mewsima 2025ˊan bi 42 centan ji bo her kîloyekê diyar kiribû.

(fr)

ANHA