Rêber Abdullah Ocalan: Komara Tirkiyeyê dê were ber duriyanekê

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku Komara Tirk dê yan bê serê duriyanekê yan jî dê xeta qirkirinê bidomîne, an jî dê bikeve rêya yekitiya demokratîk.

Rêber Abdullah Ocalan: Komara Tirkiyeyê dê were ber duriyanekê
29 cotmeh, 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5ˈan a ˈParastina Kurdên di Nava Pencê Qirkirina Çandî deˈ siberoja Komara Tirk nirxandiye.

Rêber Abdullah Ocalan di beşa "Di Komara Tirkiyeyê de Destguhertina Desthilatdariya Hegemonîkˈ de bal kişandiye ser girîngiya hevgirtina neteweyî û demokratîk a şerê 1919-1922’yan.

Beşeke nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan wiha ye:

"Di qonaxa li pêşiya me de Komara Tirkiyeyê dê tam bê serê duriyanekê. Komara di qonaxa rizgariyê de Îngilîzan berê wê da şerê antî-Kurd, mixabin dîsa Îngilistan û hevgirtiyê wê yê sereke DYA dê berê wê bidin şerê antî-Kurd û vê carê dê bêhtir tengav bibe. Jixwe sih salên dawîn ê vê Komara Duyemîn di vê tengaviyê re derbas dibin. Komar di vê tengavbûnê de diperpite. Bûyerên diqewimin, ne bi tenê ‘şerê di asta jêr de’ ye; nirxên civakî heta bi şaneyan ji hev dûr dikevin û dirizin. Ji têgînên hilweşînê û jihevdeketinê gelekî girantir jihevbelavbûn û rizîneke civakî pêk hat. Îradeya xwe wek organîzasyoneke Gladîo dimeşîne pêkan e ku bibe rejîmeke tarî, lê ti carî nabe rejîmeke komarê. Di şer de israr dibe ku pêngava dawî ya Gladîoyê be, lê ji bo bêtesîrkirinê têrê dike ku ji odeya kozmîk bê derxistin û zelalkirin. Rêya duyemîn a Komar pêde biçe rêya yekîtiya demokratîk e ku di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de pêk hatibû. AKP dikare vê rêyê careke din bike bingehê Komarê. Ya komar kir komar, hevgirtina neteweyî û demokratîk a şerê 1919-1922’an bû. Aliyê antî-hegemonîk yê vê hevgirtinê jî hebû. Bi redkirina vê hevgirtinê re, şensê komara demokratîk ji dest çû û li şûna wê desthilatdariya çete û darbeyan a komploger, pro-faşîst û Gladîokar pêk hat. Ev rêya gelek caran hatiye ceribandin û têkçûna wê hatiye îspatkirin nabe ku bibe rêya rastî ya Komarê. Rêya komara demokratîk a diviyabû ji destpêkê ve bihata şopandin di qonaxa li pêşiya me de ji bo çareseriya pirsgirêkan û aştiya civakî rêya bi tenê ye. Li ser vê rêyê ku ji bo AKP’ê û hikumeta wê şansê dawî ye, KCK ne asteng e, lê belê firsendeke çareseriyê ye."

 (bb)

ANHA