Welatiyên Serêkaniyê û Til Temirê: Em ê şerê gel ê şoreşgerî geş bikin

Koçberên ji Serêkaniyê yê dagirkirî û şêniyên Til Temirê yên kantona Cizîrê got armanca êrişên dagirkeran şikandina vîna wan û têkbirina destkeftiyên wan e û li hemberî êrişan banga yekotiyê kir.

Welatiyên Serêkaniyê û Til Temirê: Em ê şerê gel ê şoreşgerî geş bikin
29 cotmeh, 2024   06:10
HESEKÊ
 HINAR ÎBRAHÎM - EBDILXENÎ EL HAMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Cotmehê ve êrişî binesazî, navendên xizmetguzariyê, kargeh û şîrketên taybet ên bazirganiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, di encamê de 30 navend ji xizmetê derketin. Rêveberia Xweser roja yekşemê aşkera kir ku zêdetirî hezar êrişên bejayî û hewayî li ser herêmê ji aliyê dagirkeran ve pêk hatine û di encamê de 17 welatî şehîd bûn û 65 jî birîndar bûne.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, koçbera bi navê Meysa Harûn a ji Serêkaniyê yê dagirkirî ku niha li kampa Waşûkanî ya Hesekê bi cih bûye, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meysayê destnîşan kir ku dewleta dagirker mîna ku li bajarê Serêkaniyê kir, hewl dide şêniyan ji bajar û gundên wan koçber bike, da ku çeteyên xwe li wir bi cih bike.

Maysa Harûn bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku erk û berpirsyariyên xwe yên beramberî gelên herêmê bi cih bînin.

Hemîd El Ehmed êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û got: “Dewleta dagirker binesaziya ku pêkhateyên herêmê jê dijîn hedef digire, da ku derfetên jiyanê têk bibe û vîna welatiyan bişikîne.”

Hemîd El Ehmed bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabr û li hember êrişên dagirkeriyê yên ku xizmeta vegera çeteyên DAIŞ’ê dikin, bê deng nemînin.

Koçberê bi navê Mihemed El Elo yê ji Serêkaniyê jî destnîşan kir ku armanca dagirkeriyê ji êrişên li ser binesaziyê ew e ku gel ji herêmên wan koçber bike da ku wan herêman dagir bike.

El Elo bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî kir ku ji ber sûcên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, hesabê ji dagirkeriya Tirk bipirse.

Di heman çarçoveyê de Egîd Mihemed Heyder ê ji Til Temirê diyar kir ku armanca dagirkeriyê şikandina vîna gelên herêmê û têkbirina destkeftiyên wan e, ew destkeftiyên ku bi fedakariya şehîdan hatine bidestxistin. Her wiha tekez kir ku ew ê heta nefesa dawîn li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Heyder bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dagirkeriyê rexne kir û got: "Li hemberî êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser herêmê, helwesta hemû welatan gelekî lawaz e û çavên xwe ji binpêkirinên wê yên li dijî gelên herêmê re digirin." Heyder bang li wan welatan kir ku helwesteke tund li hember hilweşandina binesazî û dezgehên jiyanî li herêmê bigirin.

Jina ciwan a bi navê Êva Hesen a ji Til Temirê jî diyar kir ku êrişên dewleta dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşeke ji Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha got: "Em ê destkeftiyên şoreşa xwe yên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û ji bo parastina hebûna xwe em ê şerê gel ê şoreşgerî geş bikin."

Îsmaîl Mihemed ê Til Temirê bal kişand ser girîngiya yekitiyê û wiha got: "Pêwîst e hemû partiyên siyasî û gelên herêmê bibin yek û mil bidin hev li dijî êrişan, da ku dagikeran neçar bikin êrişên xwe yên dermirovî li ser hermê rawestînin. "

Mihemed bang li hêzên hepeymaniya navnetewî kir ku bêdeng nemînin û êrişên ku rê didin vegera çeteyên DAIŞ`ê rawestînin. "

(k)

ANHA

til temir