Li Qamişloyê şanoya "Wêneya Bikêrhatî" ji bo zarokan hat pêşkêşkirin

Komîna Şano ya Cizîrê di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de şanoyeke komîk ji bo zarokan bi navê " Wêneya Bikêrhatî" li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê pêşkêş kir.

Li Qamişloyê şanoya "Wêneya Bikêrhatî" ji bo zarokan hat pêşkêşkirin
28 gulan, 2026   22:18
QAMIŞLO

Di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de Komîna Şano ya Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê şanoyek kemîk ji bo zarokan bi navê "Wêneya Bikêrhatî" pêşkêş kir. Di çalakiyê de hejmarek şanoger, rewşenbîr û eleqedarên çandê amade bûn.

Beriya destpêkirina şanoyê, şanoger Fewaz Mehmûd axivî û got: "Mezinahî ne di şanoyê bi xwe de ye, lê di pêşkêşkirina wê bi hemû rêz û nirxan de ye. Şano ew e ku mirov bi hestên xwe dipîve. Tiştê ku şanoyê li Rojava gihaştiye bi saya fedakariya şehîdan û şanogeran e."

Şano peyamên perwerdeyî yên hêsankirî di çarçoveyek komîk de ku li ser têkiliya di navbera dayik û keça wê de disekine, radigihîne. Bi rêya skeçên şanoyî û karakterên kartonî, şano balê dikişîne ser girîngiya zanîn û perwerdeyê, her wiha têgihîştina dem, hesab û rengan. Li kêleka wê jî di şanoyê de girîngî ji bo nirxên erênî ku bi rêbazeke komîk tên pêşkêşkirin hat dayîn.

Amadebûyan der barê şano de pirs ji şanogerên zarok kirin, wê jî eleqeya bi şanoyê re nîşan da.

Şano ji aliyê Sari'a Selîm Hadîd ve hatiye nivîsandin, ji aliyê Welîd Omar ve hatiye adaptekirin û derhênerîkirin, Alan Ebdullah di derhênerî û muzîkê de alîkarî kiriye, Buşra Îbrahîm cil û berg û xişir dîzayn kirine û Fîras El Huseynî jî karê studyoyê bi rê ve biriye.

Di lîstikê de Viyan Idrîs Betel di rola "Qralîçe", Berfîn Heysem Hecî di rola "Emîra " de, Xalid Welîd Omer wekî "Qerbalo", Ayaz Idrîs Betal wekî "Zankaru" û Heyder Ridwan Yûsiv wekî "Kabkaru" cih girtin.

Di roleke taybet de, Xada Kaya stran pêşkêş kir. Ew stranbêj û aktrîseke Sûriyeyî ye, bi dengê xwe yê taybet di pêşkêşkirina stranên mijarên kartonî û dublajê de bi taybetî li ser kanala "Spacetoon" navdar e.

Ev pêşandan, di çarçoveya çalakiyên Komîna Şano yên bi armanca piştevaniya çanda zarokan û xurtkirina nirxên perwerdehiyê bi rêya hunera şanoyê di boneyên cejnê de pêk hat.

Wê heta 3 rojan şano li Navenda Mihemd Şêxo dewam bikin û piştre li bajarên din ên Qamişlo û Hesekê şano werin pêşkêşkirin.

(fr)