Raporek: Kirîna xaniyekê li Sûriyeyê xewneke hewceyî 86 salan e

Di raporekê de hat aşkerekirin ku Sûriyeyê li ser asta dewletên Erebî di aliyê dîtina zehmetiyên kirîna xaniyan de asta yekemîn girtiye, buhayê xaniyekê wekî dahata malbatê ya 86.7 salan e.

Raporek: Kirîna xaniyekê li Sûriyeyê xewneke hewceyî 86 salan e
26 tîrmeh, 2026   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di raporeke bi sernavê “Bajarên Cîhanê 2026: aloziya niştecihbûnê li cîhanê-xebat” ya ku ji hêla bernameya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya UN-Habitat a girêdayî niştecihbûna mirovan hatiye derxistin de, hatiye diyarkirin ku li ser asta dewletên Erebî Sûriyeyê di aliyê dîtina zehmetiyê di kirîna xaniyekê rêjeya yekemîn girtiye, buhayê asta navîn a kirîna xaniyekê bûye wekî dahata salane ya malbatan a ji bo 86.7 salan anku derdora hezar û 39 mehan.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ev nîşan dide asta Sûriyeyê ya di vî warî de ya herî mezin e, li gorî numareya ku ji bo Sûriyeyê hatiye nîşandan, ew derdora 7.7 qatan ji asta navîn a cîhanî ya ku dighîje 11.2 salan zêdetir e, rewşa wê ji ya Lubnanê jî girantir e ferqa wan ji hev 68 sal in, Lubnan li ser asta dewletên Erebî rêjeya duyemîn a bi 18.3 biriye.

Piştî Lubnanê Cezair a bi 16 salan, Mexrib a bi 14.2 salan, Misir a bi 12 salan, Tûnis a bi 11.9 salan, Kiwêt a bi 11.5 salan, Sûdan a bi 9.2 salan, Behrên bi 8.6 salan û Iraq a bi 8.1 salan tê.

Li gorî UN-Habitat derdora 3 mîlyar kes li cihên ku rewşa wan nebaş dimînin, derdora 1.16 mîlyar kes jî li taxên tevlîhev û deverên ne fermî dijîn.

Ji sedî 44 malbatên li cîhanê zêdetirî ji sedî 30 ji mûçeyên xwe didin kiriya niştecihbûn xwe, ji bo peydakirina deverên rewşa wan baş, heta sala 2030`î lêçûnên giran di navbera 3 û 4 tirilîyon dolar salan dixwaze. Ji bo sererastkirina deverên heyî û nûkirina wan heman lêçûn dike.

 (sb)