El Şera: Niyeta me nîne em leşkerî destwerdana Lubnanê bikin

El Şera destnîşan kir ku hikûmeta wî hewl dide aliyê ewlehiyê de bi Îsraîl re li hev bike û qebûl nake ku destwerdana Lubnanê bike.

El Şera: Niyeta me nîne em leşkerî destwerdana Lubnanê bikin
26 tîrmeh, 2026   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera got Şam bi rêya hinek dewletan hewl dide di aliyê ewlehiyê de bi Îsraîl re peyman çêbike û mafê Sûriyeyê di Colan de neyê binpêkirin.

El Şera ji dezgeheke çapemeniyê ya Kendavê re axiviye û gotiye welatê wî naxwaze bi Îsraîl re têkeve nava pirsgirêkan û tu berjewendiyên wan di vê yekê de nînin. Her wiha dixwazin di aliyê ewlehiyê de li hev bikin.

Ji bo Lubnanê jî El Şera gotiye em leşkerî destwerdana Lubnanê nakin û em niha dixwazin bi hikûmeta Lubnanê re bibin alîkar da ku ji vê krîzê derbikeve û aramî lê çêbibe. Krîza Lubnanê ne bi pirsgirêkên ewlehiyê sînordare, divê ji hemû aliyan ve pirsgirêkên wê werin çareserkirin. Heke krîz li Lubnanê hebe dê raste rast bandorê li ser Sûriyeyê bike.

El Şera raghand ku Şam destek dide biryara hikûmeta Lubnanê ku çek tenê di destê wê de bin û heke şer li herêmê berfireh bibe dê bandorê li ser tevahiya herêmê bike.

(np)