QSD: Me hêzên xwe yê parêzvanên girtîgeha Eqtanê vekişandin

QSD’ê ragihand ku veguhastina şervanên xwe yên parêzvanên girtîgeha Eqtanê ya Reqayê ber bi cihekî ewle ve temam kiriye.

QSD: Me hêzên xwe yê parêzvanên girtîgeha Eqtanê vekişandin
23 ÇILE, 2026   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku bi desteka Koalîsyona Navneteweyî vekişandina şervanên xwe yên parêzvanên girtîgeha Eqtanê ya çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqayê ber bi cihekî ewle ve temam kiriye.

Ji 18’ê Çileyê ve komên hikumeta demkî bi çekên giran û dronan êrişî girtîgehê dikir. Şervanên QSD’ê jî li hemberî êrişan li ber xwe da û nehişt çeteyên DAIŞ’ê birevin. Tevî dorpêça giran û qutkirina av û ceyranê jî şervanan herêm parast.

QSD’ê şevê din, hêzên xwe ji girtîgehê vekişandin û veguhastin Kobanê.

Karwanê şervanên QSD'ê gihaşt Kobanê.

(b)