Li Cinêv û Barcelonyê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin 

Li bajarên Cinêvê yê Swîsreyê û Barcelona yê Spanyayê Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonal li dijî êrişên li ser Rojava meş û çalakî li dar xistin.

Li Cinêv û Barcelonyê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin 
23 ÇILE, 2026   13:22
NAVNDA NÛÇEYAN

Li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonal li dijî êrişên li ser Rojava meş û çalakiya protestoyî li dar xist.

Girseya ku şeva pêncşemê li Qada Bel-Air hate ba hev, bi dirûşmeyan ber bi avahiya televîzyona dewletê ya Swîsreyê RTS (Radio Télévision Suisse) ve meşiya.

Li ber avahiya RTS’ê daxuyanî hate dayîn. Li ser navê Komav’ê Îbrahîm Yuksel mafê axaftinê girt.

Yuksel diyar kir ku berxwedana Rojava bi tenê nîne û destnîşan kir ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê li hemberî ti zilmê serî netewandiye, divê hemû gel xwedî li Rojava derbikevin.

Piştre ji Partiya Kedê ya Swîsre (Parti du Travail) Alexandre bêdengiya saziyên navneteweyî û raya giştî şermezar kir û bang kir ku her kes berpirsyarî bigire ser xwe.

Piştî axaftinan, jinan ji bo bîranîna şervanên jin ên ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê ve porên wan jêkirin, porên hevdû hûnandin û kirin kezî.

Girseya li ber avahiya RTS’ê kom bû, bêdengiya saziyê ya li hemberî êrîşên li ser Rojava şermezar kir.

Têkildarî êrişên li ser Rojava û binpêkirinên mafên mirovan dosyayek radestî rêveberiya RTS’ê hate kirin. Girseyê bang li saziyên medyayê kir ku ji bo dîtina heqîqetê berpirsyarî bigirin ser xwe. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Her wiha hate ragihandin ku roja şemiyê bi pêşengiya dostên enternasyonal di saet 14.00’an de li Place Girardin meşeke girseyî were lidarxistin.

Duh li bajarê Barcelona aktîvîstên ku piştgiriyê didin tevgera Kurd, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava ketin hundirê avahiya modernîst La Pedrera ya li navenda bajêr. Bi dehan aktîvîstên enternasyonalîst êrişên li ser Rojava şermezar kirin. Çalakvanan diyar kirin ku ew hevkarî û bêdengiya Yekitiya Ewropayê ya li hemberî van êrişan protesto dikin.

Aktîvîstan diyar kir ku komên çeteyên hikumeta demkî êrişî gelek herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

Çalakvanan bang li civaka sivîl kir ku şoreşa jinê û xweseriya gelê Kurd biparêze û ji bo rawestandina êrişan bikeve nava liv û tevgerê.