QSD li derdora Tabqa û Mansura bersiva êrişan dide 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora bajarê Tebqa û bajarê Mansura ku dikeve rojavayê Tebqayê bersiva êrişên komên çete yên hikûmeta demkî didin.

QSD li derdora Tabqa û Mansura bersiva êrişan dide 
18 ÇILE, 2026   03:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarên kantonên Tabqa û Reqa li hemberî êrişên komên hikûmeta demkî ya Suriyeyê berxwedana hêzên QSD’ê û Ewlekariya Hundirîn didome. 

Li gorî lihevkirina ku hatibû çêkirin QSD’ê hêzên xwe ji Dêr Hafir û Meskene vedikişiyan, lê hîn vekişîn temama nebibû, komên hikûmeta demkî êriş kirin û pevçûn derketin.

Êriş piştre li gundê Dibsî Afnan ê li rojavayê Tebqayê û devera neftê ya Sewra a li başûrê tebqayê bi tang û hemû cure çekên giran dom kirin.

Komên çeteyan her wiha li bajaroka Meedan û gundên Xanim El-Elî û El-Resafa yên dikevin başûr rojhilatê Kantona Reqayê êriş pêk anîn. Li van herêman jî bi tang û top û çekên giran êrişên dijwar pêk hatin.

Li hemberî êrişan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin. QSD’ê diyar kir ku şervanên wan hewldanên dubare yên ketina nava bajaran têk bikine û bi dehan êrişkar hatine kuştin.

QSD’ê her wiha ragihand ku dezgehên medyayê yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kampanyayeke dezenformasyonê dane destpêkirin, wêne û nexşeyên nerast weşandine û bal kişand ku armanca vê kampanyayê têkbirina ewlehiyê û koçberkirina şêniyan e.

Piştî têkbirina êrişan şaneyên çeteyan ên Mansura û gundewarên rojhilatê Tabqa û bajaroka El Kesrata başûrê Reqayê êrişî noqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê bersiva van êrişan jî da û êrişkarên ku derbe xwarin paşve reviyan.

Li aliyê ji satên nîvro yên 17’ê Çileyê ve e çeteyên Hikûmeta Demkî û dewleta Tirk a dagirker bi top û roketan êrişî herêma Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobaniyê dikin.

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê jî, şaneyên DAIŞ’ê û komên çeteyan dest bi liv û tevgerê kirin. Li ser vê yekê hêzên QSD’ê mudaxeleyî van koman kir. Nûçegihanên me ragihandin ku QSD û hêzên ewlehiyê hejmarek kesên ku tevlîhevî derdixistin girtine.

(ekip)

ANHA