QSD’ê li ser îdîayên têkildarî girtîgeha Tebqayê daxuyanî da

QSD’ê destnîşan kir ku Girtîeha Dêrêya Tebqayê beriya 3 rojan ji ber ewlekariyê hatiye valakirin û girtî ji bo cihên bi  ewle hatine veguhestin. Piştî wê şaneyên hikûmeta demkî çûne  avahiyê û senaryoyek  ku ji  berê de hatiye plankirin, pêk anîne.

QSD’ê li ser îdîayên têkildarî girtîgeha Tebqayê daxuyanî da
18 ÇILE, 2026   03:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD’ê  derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir  û ev  agahî parve kirin:

“Sê roj berê, hêzên me hemû girtiyên li Zindana Dêrê ya Tebqayê wekî tedbîrekê veguhestin cihên bi ewle yên li derveyî bajêr.

Îro di saet 01:30’ê sibehê de, şaneyên girêdayî Şamê ketiye girtîgeha ku hatiye valakirin û bi  vîdyoyekê îdia dikir ku Zindana Dêrê kontrol dikin.

Ev tevger propagandayek plankirî ku ji berê  de hatiye amadekirin. Şane  bi xwe  vê planê pêk tînin. Di hundirê  girtîgehê  de guleyan diteqînin û kiryarên wan hatine belgekirin.

Ji bo ku rastî bi  tevahî were eşkerekirin, em vîdyoya ku ji hêla van çeteyan ve hatiye weşandin em diweşînin. Ev vîdyo delîlek zelal a sûcdaran û berpirsiyariya wan a rasterast nîşan dide.