Şahidekî hovîtiya Helebê: Enfal û Helebce anîn bîra me

Şahidekî hovîtiya li dijî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku sûcên li wan taxan hatine kirin, sûcên li Enfal û Helebceyê anîn bîra wan û got cenazeyên sivîlan li ser rêyan belav bûn û aqûbeta bi hezaran revandiyan nayê zanîn.

Şahidekî hovîtiya Helebê: Enfal û Helebce anîn bîra me
18 ÇILE, 2026   06:20
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Ehmed Ehmed ji bajarê Cindirêsê yê Efrînê ye, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ajokarê teksiyê bû. Ehmed Ehmed behsa hovîtiya çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide wan a li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Ehmed Ehmed diyar kir ku sûcên li van taxan hatine kirin sûcên li Enfal û Helebceyê anîn bîra wan.

Ehmed Ehmed diyar kir ku ambargoyeke giran danîn ser van taxan, rê nedan nan, av, ceyran, derman û şîrên zarokan derbas bibin. Her wiha alîkariyên mirovî bi temamî qut kirin.

Ehmed destnîşan kir çeteyan bi obîsan û çekên giran tax topbaran kirin, piştre tank derbas bûn û bi balafiran û obîsan li taxan didan. Her wiha bi bîr xist ku li van taxan şerekî dijwar ê kolanan rû dan, sivîlên ku dixwestin derkevin ji aliyê sûîqastên çeteyan dihatin hedefirtin û girtin.

Ehmed da zanîn ku li ser esasê nasnameyê nedihiştin Kurd ji van taxan derkevin û îdiayên ku dibêjin kerîdorên mirovî hatine vekirin derewandin.

Ehmed Ehmed aşkera kir ku yên êriş kirine ne "Hêzên Ewlekariya Giştî" bûn, lê belê komên çete yên Çeçen, Tirkmen, El Emşat, El Hemzat, Firqeya 64’an a girêdayî çeteyên "Gurên Boz" bûn. Her wiha got: "Endamên van koman bi erebî nediaxivîn, lê bi zimanên cuda diaxivîn. Erebeyên bi tabloyên tirkî bi kar dianîn."

Ehmed îşaret pê kir ku çeteyan rasterast sivîl dikirin hedef û da zanîn ku erebeyên sivîlan dihatin topbarankirin û erebeya wî jî di êrişê de rûxiya. Her wiha diyar kir ku sivîlek li nêzî erebeya wî bi guleyên suîqastê birîndar bû û bi saetan dikir hawar kesekî ew rizgar nekir, ta li ber erebeyê şewitî.

Ehmed Ehmed da zanîn ku ji ber ku Kurd e û ji Efrînê ye, tevî ku bêçek bû 4 caran li bendên kontrolê hat girtin.

Ehmed Ehmed anî ziman ku mêr bi awayekî sîstematîk tên revandin û girtin û ber bi cihekî nediyar ve tên veguhestin û got aqûbeta bi hezaran revandiyan nayê zanîn.

Ehmed destnîşan kir ku hevjîna wî bi îdiaya ku têkiliyên wê bi QSD’ê re hene hat girtin û li beramberî 2 hezar 500 dolarî hat berdan. Her wiha îşaret pê kir ku wî pereyên fidyeyê ji hevalekî xwe yê li derve peyda kir. Ehmed got, çeteyan ciwanek li pêşiya çavê dayika wî hat revandin û heqaret li dayikê wî hat kirin û ew avêtin erdê.

CENAZEYÊN SIVÎLAN LI SER RÊYAN

Ehmed Ehmed da zanîn ku cenazeyên sivîlan li kolanên Şêxmeqsûdê belav bûn û dema neçar man ji taxê derkevin, çavên zarok û hevjîna xwe girtin da ku dîmenên biêş nebînin. Her wiha anî ziman ku hovîtiya li van taxan çêbû, komkujiyên Helebce û Enfalê tîne bîra wan.

Ehmed bi bîr xist ku dema ji taxê derket, sivîlekî xiristiyan û malbata wî alîkariya wan kir û got: "Dema em ji Helebê derketin wê malbatê xwarin û vexwarin da me. Ev helwesta wê jiyana hevbeş a rasteqîn a gelê Sûriyeyê nîşan dide."

Ehmed Ehmed da zanîn ku di êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser van taxan bi sedan jin, zarok û kesên bitemen hatin qetilkirin û hejmareke mezin a mêran hatin revandin û got wî şahidî ji revandin û qetilkirina sivîlan re kir.

Ehmed sûcên hatine kirin wek "rûreşiya mirovahiyê" bi nav kir û got sûcên li Şêxmeqsûdê hatine kirin berdewama siyasetên hedefkirina Kurdan e. Ehmed anî ziman ku eger gavên cidî ji parastina sivîlan nayên girtin û hesab ji berpirsan neyên pirsîn dê komkujî berdewam bikin.

Ehmed Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li gel û hêzên Kurd ên li Kurdistanê kir ku li hemberî van sûcan dakevin qadan.

(b)

ANHA