Qonaxeke nû ya êrişên li ser vîna gel: Komkujiya Helincê

4 sal berê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li bajarokê Helincê yê Kobanê komkujiyek pêk anîbû û 3 jinên pêşeng qetil kirin. Dewleta a dagirker bi vê komkujiyê re stratejiya xwe ya şerê li dijî gelê herêmê guherand.

Qonaxeke nû ya êrişên li ser vîna gel: Komkujiya Helincê
23 hezîran 2024   03:06
KOBANÊ
ZANA SEYDÎ

Komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, ji komkujiyên çeteyên DAIŞˊê yên li Şengalê û Kobanê û Komkujiyên Parîsê yali dijî jinên Kurd cuda nin e.

23’yê Hezîrana 2020’î saet derdora 18.30’an de, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Helincê yê li nêzî bajarê Kobanê maleke bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de xwediya malê Emîne Weysî û endamên Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl şehîd bûn.

Gel li hemberî vê komkujiyê bertekên tund nîşan dan. Rûsya beriya wê bi çend mehan derbasî herêmê bûbû, lew re guman hene ku destê wê di êrişê de heye.

Dewleta Tirk a dagirker bi vê êrişa li dijî jinên Kurd stratejiya xwe ya êrişan guhert. Ev stratejî wek qirkirina Kurdan û tirsandina wan hat wesifkirin.

18’ê Nîsana îsal jî dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Eyn Bet a li rojhilatê Kobanê erebeya endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Helîme Mihemed Osman û hevjînê wê Elî Mistefa Osman lê bûn, bombebaran kiribû. Di encamê de Helîme (45) ku dayika 5 zarokan e û hevjînê wê bi giranî birîndar bûbûn.

Hedefkirina jinan ne tesaduf e, lê plankirî ye. Armanc jê jinan bê çare bikin û wan ji têkoşîna di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dûr bixe. Rêbaz û kiryara qetilkirina sekretera berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku 12ˊê Cotmeha 2019ˊan hatibû kirin nîşaneya tirsa dewleta Tirk ji vîna jina azad e.

ROLA ‘DEWLETÊN GARANTOR’ DI AGIRBESTÊ DE ÇI YE?

Piştî hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê di Cotmeha 2019ˊan de li herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn, êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker zêdetir bûn.

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk bi Rûsyayê re li hev kir ku qada hewayî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş balafirên bêmirov ên dewleta Tirk were vekirin. Li beramberî vê yekê Tirkiye destûr da Rûsya ku nuqteyên çeteyên sûriyeyî yên li Idlibê bombebaran bike.

Tevî ku QSDˊê 32 kîlometre ji sînor vekişiye da ku hincetên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişan nemînin, lê dewleta Tirk  bi armanca ku gel herêmê bide koçberkirin di nîvê sala 2020ˊan de taktîkeke nû ya şer li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin. Tevgera balafirên bêmirov  li asîmanê herêmê zêde bûn. Li gorî îdiayên Enqereyê ew balafir li armancên leşkerî digerîn. Lê dewleta Tirk a dagirker di wê yekê de bin ket.

Dewleta Tirk li rex êrişên leşkerî jî bi qutkirina ava çemê Firatê ku damara jiyanî ya milyonan sûriyeyiyan e şerê aborî da meşandin. Di heman demê de ava stasyona Elokê li ser Hesekê qut kir û bi tevkariya PDK’ê deriyên sînor ên bi Başûrê Kurdistanê re  girtiye.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN LI DIJÎ KANTONA FIRATÊ

Dewleta Tirk a dagirker di nava 4 salan de 32 êrişên hewayî li dijî kantona Firatê pêk anîne. Êriş li van deveran hatie kirin; Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa, Helinc, Memît, Îdiqê, Elpelûr, Qumcî, Zor Mexar, Koran, Çelebiye, Eyn Bet, Bîr Ereb, Bîr Zinar û Bexdikê. Di encama van êrişên ku bi piranî xebatkarên saziyên sivîl wekî Kongra Star, Meclisa Edaleta Civakî û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hatine hedefkirin de 29 kes şehîd bûn û 18 birîndar bûn. Di nav de 3 şervan ku ji bo tedawiyê diçûn bajar û 2 şervanên din dema malbatên xwe ziyaret dikin, bi giştî 8 şervanên QSD’ê şehîd bûne. Di êrişa 20’ê Nîsana 2022’yan a li gundê Îdiqê yê başûrê Kobanê de 3 şervanên YPJ’ê şehîd bûn.

Li kêlek şehadet û birîndariyan, binesazî, cihên stratejîk, torên kehrebê û avê yên Kobanê jî hatin wêrankirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di serî de DYA û Rûsyaya Federal gelek caran bang li qaşo ˊdewletên garantorˊ ên li Sûriyeyê kir ku dawî li êrişên dewleta Tirk  bînin. Lê ev bang  tên paşguhkirin.

Li gorî madeya 37ˊan a protokola yekemîn a peymanên Cinêvê yên 1977ˊan de, qetilkirin, birîndarkirin an jî dîlgirtina di şeran de qedexe ye.

Li gorî lihevkirina Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945’an li San Franciscoyê hatiye îmzekirin jî, nabe endamên NY’yê hêza çekdar li dijî  xaka welatek an jî xweseriya siyasî ya welatekî din bi kar bînin. Lê diyar e ku pergala hesabpirsîn an nepirsînê ji dewletên ku vê lihevkirinê binpê dikin, li gorî kêf û berjewendiyên hêzên hegemon e.

Dewleta Tirk a dagirker a di asta rêvebirina welat, çareserkirina pirsgirêka aborî û pirsgirêka Kurd de bê çare maye, bi milyonan dolaran ji bo pêşxistina balafirên bêmirov xerce dike.

(fr)

ANHA