Pirsgirêka çopê ya li Tirbespiyê hîna çareser nebûye

Şêniyên Tirbespiyê ji ber bêhna çopê bi gazinc in. Şaredariya Gel ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewldan kirin, lê pirsgirêk hîna çareser nebûye. Şêniyan xwest sergo ji bajar were dûrxistin.

Pirsgirêka çopê ya li Tirbespiyê hîna çareser nebûye
Pirsgirêka çopê ya li Tirbespiyê hîna çareser nebûye
23 hezîran 2024   05:17
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Li nêzî gundê Mizgeftê yê Tirbespiyê sergo heye. Bêhnên xirab û dûmanên ji ber şewitandina çopê jê derdikevin û li navenda bajar û gundên derdorê belav dibin.

Ajansa me di Nîsanê de nûçeyek li ser pirsgirêka sergo û bêhna wê weşandibû. Di nûçeyê de şaredariya gel a bajêr soz dabû ku dê di demeke nêzîk de pirsgirêkê çareser bike. Şaredariyê destnîşan kiribû ku wê tedbîr girtine ku çopê neavêjin cihê çopç yê li Mizgeftê û hewl didin alavên taybet bînin da ku çopê ji hev veqetînin da ku ji bêhna xirab xelas bin. Tevî van hewldanan jî pirsgirêk bi dawî nebûye. Şêniyan careke din xwest ev pirsgirêk di demeke nêzîk de were çareserkirin.

Hisên El Şêx Hesen ê ji Tirbespiyê têkildarî mijarê got: "Ji çopgehê bêhneke xirab derdikeve. Hin kes hene bi mebest agir pê dixin an jî ji ber germahiyê agir bi çopê dikeve. Kûçik çopê belav dikin û qirêjî li derdorê belav dibe. Em bang dikin çareseriyeke bingehîn pêk bê."

Beşîr Hisên jî got: "Em nikarin ji ber bêhnê, bi taybet di havînê de, pencereyan vekin. Ev yek nexweşiyan çêdike û zirarê dide kesên nexweşên bêhntengiyê. Li kêleka wê jî bandoreke mezin li jîngehê dike."

Şêniyan got çareserkirina pirsgirêkê ew e ku çop ji wir were rakirin û dûrî bajar be.

Şaredariya Gel a Tirbespiyê hin tedbîrên wekî binaxkirinê û danîna stîrên axê li derdora çopê, girtin. Li kêleka wê jî erebeyên agirkujiyê gelek caran şewatên li çopgehê vemirandin. Lê vê yekê pirsgirêk çareser nekir.

(fr)

ANHA