Qonaxa yekem ya erkê Hêzên Hevpeyman Navneteweyî ya li Iraqê dawî bû

Desteya Leşkerî ya Bilind a ji bo Dawîkirina Erkê Hêzên Hevpeymana Navneteweyî destnîşan kir ku valakirina hemû baregehên leşkerî û fermî yên Şêwirmendên Hevpeymanan û misyona wan ya li Iraqê derbasî qonaxeke nû bûye.

Qonaxa yekem ya erkê Hêzên Hevpeyman Navneteweyî ya li Iraqê dawî bû
18 ÇILE, 2026   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Leşkerî ya Bilind daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li gorî peymana di navbera Iraq û Amerîkayê de proseya tevgera leşkerî ya li herêmên Federal temam bûye. Diyar kir ku ew şêwirmendên ku li Baregeha Eyn Esed û Baregeha Fermandariya Operasyonên Hevpar mabûn, jî cihên xwe vala kirine.

Hate ziman ku hêzên leşkerî yên Iraqê gihane wê yekê ku welatê xwe biparêzin û êdî xeteriya DAIŞ’ê ya mezin nemaye.

Hate ragihandin ku qonaxa yekem ya erkê Hêzên Hevpeymanî dawî bûye û têkiliyên wan di çarçoveya têkiliyên ewlekarî yên du alî yên kûr û tatbîqatên leşkerî maye.

Hate ragihandin ku qonaxa duyemîn ya Hêzên Hevpeymanê ya Şerê li Dijî DAIŞ’ê li Sûriyeyê destpê kiriye. Di vê çarçoveyê de wê li Baregeha Hewayî ya Hewlêrê piştgiriya lojîtîkî bike. Eger pêwîst bike wê leşkerên Iraqî bi Amerîka re li Baregeha Eyn Esadê operasyonên hevpar jî bikin.