Qeterê geştên xwe yên asmanî ji bo Erebistana Siûdî rawestand

Qeterê ragihand ku wan hemû geştên xwe yên asmanî yên her du balafirgehên Riyad û Demamê yên li Erebistana Siûdî rawestandine.

Qeterê geştên xwe yên asmanî ji bo Erebistana Siûdî rawestand
13 cotmeh, 2026   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Xeta Asmanî ya Qeterê derbarê rawestandina geştên xwe yên ji bo her du balafirgehên Erebistana Siûdî de, agahiyên nû belav kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Me hemû geştên xwe yên asmanî yên ji bo her du balafirgehên Riyad û Demamê yên li Erebistana Siûdî rawestandin. Di vê serdemê de, em ji nêz ve çavdêriya rewş û guhertinên li Erebistana Siûdî dikin.”

Di daxuyaniyê de bang li geştiyaran hatiye kirin ku di rêya serdankirina malpera fermî qatarairways.com yan jî di rêya sepanên (app) taybet ên vê hêlê re, ji rewşa geştên xwe piştrast bibin û agahiyan wergirin.

Hêjayî gotinê ye ku medyayên cîhanî şeva borî ragihandibûn ku dengê teqîneke pir mezin li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hatiye bihîstin; ji ber vê yekê berpirs û saziyên pêwendîdar ên wî welatî hişyarî dabûn hemwelatiyên xwe ku baldar bin.