"Qesra Komarî" rêkeftina agirbestê ya başûrê Sûriyeyê têk bir

Serokatiya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, rêkeftineke agirbestê ya jib o bidawîkirina şerê di navbera xelkên Siwêdayê û eşîran de, têk bir. Qesra serokatiyê qebûlkirina rêkeftinê wekî "şikestin" bi nav kir, her wiha qebûl nekir ne jî pişgiriya wê kir.

"Qesra Komarî" rêkeftina agirbestê ya başûrê Sûriyeyê têk bir
18 tîrmeh, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Qesra Serokkomariyê li Şamê rêkeftineke agirbestê ya ku ji hêla rûspiyên parêzgeha Derayê û bedewiyên Horan û rêberên olî û leşkerî yên li Swêdayê ve dihat amadekirin, qebûl nekir.

Li gorî Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafê Mirovan rûspiyên Derayê bi Şêx Hikmet El Hicrî û fermandarên leşkerî yên Swêdayê re danûstandin kirn da ku şerê li herêmê rawestînin. Piştî danûstandinan rêveberên Swêdayî jî ev pêşniyar qebûl kirin û gotin ku ew ê weke niyeta baş girtiyên li ba xwe berdin.

Lê piştî ku ev destpêşxerî gihişt qesera komariyê li Şamê, ji hêla rayedarên qesrê ve nehat qebûlkirin û ew weke binkeftinê hesab kir.

Rêveberiya Sûriyeyê got ku ew piştgiriya vê destpêşxeriyê nake û got bila xelkên herêmê pirsgirêka xwe bi xwe çareser bikin.

(ac)

ANHA