Siwêyda û Durzî: Dîrokeka dirêj a biryardari ye

Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, Siwêdayê pişta xwe da gelê xwe û gavên girîng ber bi xwerêvebirinê ve avêt. Rejîma Baasê, komên çekdar û çeteyên DAIŞ'ê her dixwestin siwêda bixin deytereya xwe, niha jî hikûmeta nû ya veguhêz heman rêbaz domand. Lê belê, îradeya gelê Durzî ji van polîtîkayan xurttir bû.

Siwêyda û Durzî: Dîrokeka dirêj a biryardari ye
19 tîrmeh, 2025   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Siwêda li başûrê rojavayê Sûriyeyê li nêzî Şamê ye. Li bakurê wê gundewarên Şamê, li başûr Urdin, li rojava Dera û li rojhilatê wê jî beyara Şamê hene. Bi "Cebel El Ereb" tê naskirin. Ji ber ku Ehrar Sûriye li wir Fransî têk birin. Siwêda dendika Şoreşa Sûriyeya Mezin a 1925ˊan a bi serkêşiya Sultan Başa El Etreş bû. Piştre Sûriyeyê serxwebûna xwe wergirt.

Rûbera wê 6 hezar û 500 kîlomtereçargoşe ye. Bajarên wê yên girîng; bajarê Siwêda bi xwe, Şehba û Selxed in. Bi çandina Tirî û sêvan navdar e. Li wir gelek şûnwarên Romayê hene. Li kêlekên wê rêzeçiyayên volkanîk ên neçalak û şikeft hene.

Hejmara şêniyên wê 770 hezar e, xiristiyan ku piranî wan ji ortodoks in, ji sedî 11 û misilman ji sedî 2 ne. Rêjeya herî mezin Durzî ne û ji sedî 87 e.

Durzî navê “Miwehedîn” li xwe dikin. Ew mezheb û etnîkeke olî ye. Eslê wê vedigere mezheba Îsmaîlî ku yek ji mezhebên îslamê ye û vedigere Dewleta Fatimî ya di sedsala 10ˊan.  Kokên wan vedigerin rojavayê Asyayê. Li seranserî cîhanê 8 sed hezar in. Di radeya yekemîn de li Sûriye, Lubnan û Îsraîlê hene. Ew bi hevgirtina xwe ya civakî, çandî û siyasî tên nasîn û ji ber hemleyên çewisandinê yên li dijî wan hatine kirin, wan civakên hevgirtî yên girtî ava kirin, ji bilî Durziyan kesî di nava xwe de qebûl nakin.

Eşîrên Bedewî jî li derdora bajarê Siwêdayê li aliyê bakur û rojhilatê wê, li herêmên Hirobe, Recem El Zeytûn, Muqewes, Berîka, Mezra, Necran, Mensora, Kefer, Sehwet El Belata, Şîab bi cih bûne. Her wiha li bajarokê Era yê li başûrê rojavayê Siwêdayê ku piraniya xwe Durzî ne, belav in.

Di navbera van her du pêkhateyan de, ji ber bûyerên li ser çêregehan an jî dozên cinayetê yên ferdî alozî derdiketin. Di sala 2000ˊî de di navbera Bedewî û Durziyan de nakokiyên dijwar derketin. Piştre ev nakokî vegerîn pevçûnan û bi wê re ji her du aliyan bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Vê yekê bandoreke mezin li têkiliya wan kir.

TEVÎ ÊŞ Û ZEHMETIYAN DÎROKEKE TÊKOŞÎNÊ YA DEMDIRÊJ

Ji ber meylên Durziyan ên serbixwe, ne hêsan bû ku xwe li Şamê bi cih bikin. Ew rastî gelek zehmetî û astengiyan hatin û rastî hewldanên tunekirin û qirkirinê hatin ku di nava hezar salan de bi hezaran qurbanî dan. Ji wan hewlên qirkirinê, musîbeta Decal (1021 heta 1026ˊan) ku bi destê xelîfeyê Fatimiyan Elî El Zahir pêk hatiye û di 1032ˊyan de jî musîbeta Antakyayê bû ku bi destê Mirdasî û Bîzansiyan pêk hatiye, Şerê Akar ê (1548) ku tê de Durziyan bi Osmaniyan re şer kir û di wî şerî de nêzî 60 hezar Durzî hatin kuştin, bi dehan gundên Durziyan hatin wêrankirin. Li kêleka wê jî Şerê Keserwanê ku di sala 1860ˊî de li Lubnanê di navbera Durzî û Maroniyan (xiristiyan) de pêk hat û ew jî bû sedema koçberiyeke mezin a Durziyan ber bi Cebel El Ereb a Sûriyeyê ve.

Tevî ku hejmara Durziyan li Sûriyeyê kêm e, roleke girîng di siyaseta Sûriyeyê de lîstin. Durziyên li çiyayên başûrê rojavayê Sûriyeyê hêzeke aktîf di siyaseta welat de ava kir, roleke fermandariyê di têkoşîna li dijî Fransayê de bi serkêşiya leşkerî ya Sultan Başa El Etreş de lîst.

Berxwedana Durziyan heta serxwebûna Sûriyeyê ji Fransayê di 1946ˊan de, dewam kir.

Piştî serxwebûnê, Durzî li bendê bûn ku Şam ji bo gelek qurbaniyên wan ên li meydana şer dane, wan xelat bike. Durziyan daxwaza parastina rêveberiya xwe ya serbixwe ya ku di dema Fransiyan de bi dest xistibû, kir û ji hikumeta nû ya serbixwe alîkarîya aborî ya berfireh xwest.

Di dema mêtingeriya Fransayê de, Sûriye di nava dewletên demkurt de hate dabeşkirin; Dewleta Şamê (1920), Dewleta Helebê (1920), Dewleta Cebel El Elewî (1920), Dewleta Cebel El Durzî (1921) û Dewleta Sunceqa Îskenderonê (1921) ku niha ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.

Lê belê, bûyerên ku ji ber desthilata serdest a li Sûriyeyê qewimîn berevajî daxwazên wan bûn, ji ber ku Durzî di hemleyeke zordariyê re ji aliyê desthilata serdest a li Sûriyeyê ya wê demê ve derbas bûn. Di çar salên desthilata Edîb Çîçeklî ya li Sûriyeyê de, di navbera salên 1949 û 1954ˊan de, civaka Durzî rastî êrişeke dijwar hat. Çîçeklî bawer dikir ku Durzî "dijberên herî xeternak" in û ew bi biryar bû ku wan ji holê rake û digot "Dijminên min mîna mar in: serî Cebel El Durzî ye, zik Hums e û dûv jî Heleb e. Ger hûn serî bişikînin (bieciqînin), mar dê bimire." Di encama hemû zordariya li ser Durziyan de, Edîb Çîçeklî di 27ˊê Îlona 1964ˋan de li Brezîlyayê ji aliyê Durziyekî ve ku dixwest tolê hilde, hat kuştin.

BAASÊ RÊYA ÇEWISANDINÊ DOMAND

Piştî ku Partiya Baasˊê li Sûriyê desthilatdarî girt destê xwe, polîtîkayên çewisandin û dûrxistinê li dijî Durziyan berdewam kirin. Di sala 2000ˊan de, piştî binpêkirina urfên civakî ji aliyê hin hin Bedewiyên bi dezgehên ewlehiyê yên rejîma berê ve girêdayî, pevçûnek dijwar di navbera Durziyên Siwêdayê û bedewiyên wê de derket. Lê belê, di rastiyê de, ew ne pevçûnek bi Bedewiyan re bû, wekî ku ji hêla "medyaya hikûmeta Şamê" ve hatî nîşandan û pêşve xistin, û ne jî Bedewî aliyek sereke ya pevçûnê bûn. 25 kesên ku di pevçûnan de hatin kuştin ji hêla hêzên rejîmê ve hatin gulebarankirin, ku ev yek bû sedema teqîna xwepêşandanan li qadên bajêr. Rejîmê bi lez û bez hewl da ku van xwepêşandanan bi derxistina fitneyan û destwerdana tund li dijî gelê xwe bitepisîne.

Vê senaryoyê piştî destpêkirina krîza Sûriyê di sala 2011ˊan de berdewam kir. Siwêda di nav parêzgehên yekem ên Sûriyeyê de bû ku tev li xwepêşandanên li seranserê welêt bû. Lê rejîmê bi lez destwerdan kir da ku van xwepêşandanan sînordar bike û gelek niştecihên wê girtin.

SIWÊDA Û EZMÛNA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Hemwextî serketina ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku dawî li kontrola rejîma Baas anî, herêmên xweser parast û xwe ji pevçûnên siyasî, mezhebî û etnîkî dûr xist, Durzî di bin dirûşmeya "parastina erd û rûmetê" de heman rê şopandin. Durziyan partiyên xwe yên siyasî û komên xwe yên leşkerî ava kirin, da ku ezmûna Rêveberiya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, li herêma xwe pêk bînin. Durziyan rola netewedewletê ya ku hiştiye Sûriyeyê bigihîne vê krîzê rexne kir.

Gelek hêzên siyasî û leşkerî hatin avakirin, ya herî girîng tevgera "Rîcal El Kerame", ku ji hêla Şêx Wehîd Belûs ve hate damezrandin da ku pêşî li hêzên ewlehiyê yên rejîmê bigire, ku xortên wan ji bo leşkertiya bi darê zorê negirin. Lê vê tevgerê, dema di 2015ˊan de teqîneke siûqastkirinê li dijî serkirdeyê wê çêbûye û hatiye kuştin, derbeyek mezin xwar.

MECLISA LEŞKERÎ YA SIWÊDAYÊ

Meclisa Leşkerî di 24ˊê Sibata 2025ˊan de, piştî hilweşîna rejîma Esed, li bajarokê El Geriyê yê Siwêdayê hate damezrandin. Ew yekîtîyek ji komên çekdar e ku ji hêla Tariq El Şûfî ve têne rêvebirin, ji bilî Lîwaya Çiyayî, Rîcal El Kerame û Ehrar El Cebel ên Çiyayî. Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê bi rêxistina xwe ya yekgirtî ya leşkerî û îdarî tê naskirin. Meclisa Leşkerî vekirîbûna xwe ji bo hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re nîşan daye û piştgiriya xwe ji bo Rêberê Ruhanî yê Civaka Durzî li welêt, Hîkmet El Hicrî, ragihandî ye.

KETÎBEYÊN EL MÎQDAD

Ev ketîbe li gundên Mezrea û Erman ên Siwêdayê çalak in. Serokê wê yê xwecihî "Sair Feyad" e û tiştê herî girîng ji dema avakirina xwe ve kiriye li dijî çeteyên DAIŞˊê sekiniye, dema çete ketin gundên rojhilatê Siwêdayê.

Ji aliyê hêzên siyasî ve, ya herî berbiçav Partiya Lîwaya Sûrî bû, ku ji aliyê komeke muxalefetên siyasî li Siwêdayê ve hate damezrandin da ku rola rastîn a Durziyan vegerînin. Her wiha hêzên siyasî hewl da ku desteyeke rêveber a veguhêz bi hemû desthilatên xwe ava bikin da ku veguhestina desthilatê ya aştiyane û birêkûpêk misoger bikin û dewletek demokratîk li gorî destûrê ava bikin.

BAAS Û DAIŞ LI DIJÎ DURZIYAN ÊRIŞ PÊK ANÎN, LÊ

Ji ber helwesta Durziyan li hember krîza Sûriyeyê, di 25ˊê Tîrmeha 2018ˊan de çeteyên DAIŞˊê rêzeêriş li dijî Siwêdayê bi kar anîn, ku di encamê de herî kêm 258 kes hatin kuştin. Di wê demê de, rejîma Baasê hate rexnekirin û bi wê yekê hate tawanbarkirin ku bi DAIŞˊê re hevkar e ku Durziyan hedef bigire.

Piştî hewldanên bi zanebûn ên rejîma Baasê ji bo derxistina kaos û bêewlehiyê li Siwêdayê, û xirabbûna şert û mercên jiyanê, di destpêka sala 2020ˊan de bi dirûşmeya "Em dixwazin bijîn, ne gendelî û ne jî marjînalîzekirin" xwepêşandan dest pê kirin. Xwepêşandan di sala 2022ˊan de zêde bûn, daxwazên xwepêşandêran ji şermezarkirina şert û mercên jiyanê ber bi dirûşmeyên "rûxandina rejîma Sûriyeyê" ve çûn, û daxwaza pêkanîna biryara NY ya 2254 kirin.

HIKUMETA VEGUHÊZ RÊYA BAASÊ TEMAM DIKE

Bi destpêkirina êrişên leşkerî li dijî rejîma Baasê re, hêzên leşkerî yên li Siwêdayê piştgiriya xwe ji bo van êrişan ragihandin û raporan behsa beşdarbûna rastî, di nav de tevgerek ber bi Şamê ve berî hatina Heyet Tehrîr El Şam û komên din, kir. Lê belê, ji rojên pêşîn ên hilweşîna rejîmê ve, van koman desthilatdarî xistine bin destê xwe û hemû pêkhate û hêzên siyasî û leşkerî, nemaze yên sivîl, neteweyî û demokratîk, tevî hêzên li Siwêdayê, bi dûr xistin.

Hêzên leşkerî û siyasî yên Durzî ji destpêkê ve tev li civînên diyaloga neteweyî nehatin kirin. Ev nîşan dide li gel hikumeta veguhêz niyetên xerab li hember gelê Siwêdayê hene.

Di wê demê de, hikûmeta veguhêz û komên wê yê çekdar hewl dan ku Durziyan biceribînin û şantaj bikin, pirsgirêkên ewlehiyê derxistin, hem li Siwêdayê û hem jî li taxên Şamê yên ku ew lê dijîn, wek Ceremana û Sahnaya, tevî ku hêzên Siwêdayê qebûl kiribûn ku tevlî  hikûmetê dibin û destûr dan ku parêzgar û saziyên dewletê bikevin bajêr û di bajêr de bixebitin, lê hikûmeta veguhêz bi vê yekê razî nebû û xwest ku desthilat û kontrola xwe li tevahiya bajêr û gundewarê wê ferz bike.

Ji hefteyên pêşîn ên piştî hilweşîna rejîmê ve, rûpelên girêdayî alîgirên hikûmeta veguhêz dest bi sorkirina li dijî gelê Siwêdayê û rêberên wan ên siyasî, leşkerî û olî kirin, banga derxistina wan ji civakê kirin û li dijî wan seferber bûn. Ev yek gihîşt asta derxistina arîşe û aloziyan li dijî gelê Siwêdayê û pirsgirêkên di navbera wan û eşîrên bedewî de bi kar anîn. Lêbelê, di rastiyê de, ên ku pişt van pirgirêkan hikûmeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî bê bûn, lewma zû destwerdan kirin, êriş li ser Siwêdayê kirin û hewl dan ku gelê wê neçar bikin ku teslîm bibe.

Nûçegihanê me, her weha çavkaniyên meydanî yên nêzî hêzên leşkerî yên herêmî û Navenda  Mafên Mirovan a Sûriyeyê, piştrast kirin ku hêzên hikûmeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wan roja Duşemê, 14ê Tîrmehê, çend gundên di bin kontrola Durziyan de li derdora bajêr kontrol kirin. Di heman demê de, Rêberê Rûhî yê civaka Durzî, Hîkmet El Hicrî, roja Sêşemê bang kir ku "bi hemî rêbazên berdest li dijî van êrişên barbar rawestin." Lêbelê, destwerdana Îsraîlê hişt ku hikûmeta veguhêz paşve gav bavêje û hêzên xwe vekişîne. Her çend hikûmetê hewl da ku peymanê xweşik bike û têkşûna xwe veşêre jî, lê serokê hikûmeta veguhêz, Ehmed El Şerii, roja pêncşemê serê sibê di axaftinek televîzyonî de qebûl kir ku wan "Komên herêmî û şêxên Durzî ji bo rêvebirina deverên xwe hatine erkdarkirin."

Şêniyan gotin ku ji dema ku hêzên hikûmeta veguhêz û komên pê re ne ketin Swêdayê  binpêkirinên mezin kirin, weke darvekirin, talankirin û şewitandina malan. Piştî ku kom vekişiyan, gelek sûc û binpêkirin hatin dîtin, û rêvberê olî yê Durzî Hîkmet El Hicrî Siwêda wekî bajarekî felaketdar ragihand. Siyasetmedar û çalakvanên Sûryeyî li ser medyaya dîjîtal destnîşan kirin ku her çend hikûmeta veguhêz hewl dide ku pêgehên rejîma Baasê bi kar tîne û behsa yekîtîya welêt û pêşîgirtina parçekirinê dike jî, lê vekişîna hêzên wê derfeta rêveberiyeke nenavendî bi desthilatên berfireh daye gelê Swêdayê.