ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-7-2025
19 tîrmeh, 2025   02:00

Ji destpêka damezirandinê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke demokratîk a bêhempa temsîl kiriye, wê derfet daye her kesî ku li gorî Hevpeymana Civakî, bi awayekî çalak beşdarî birêvebirina kar û barên xwe bibin. Rêveberiya Xweser tevahî pêkhate hembêz kirin û bala Elewî û Durziyan kişand. (BI WÊNE)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Helebê ji bo ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di kombûnên ciwanên Sûriyeyê de bilav bikin dê pirtûkên Rêber Apo bixwînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, Swêdayê pişta xwe da gelê xwe û gavên girîng ber bi xwerêvebirinê ve avêt. Rejîma berê ya Baasê, komên çekdar û çeteyên DAIŞ'ê dixwestin xelkên bajêr bixin bin destê xwe, niha jî hikûmeta nû ya veguhêz heman rêbaz domand. Lêbelê, îradeya gelê Durzî ji van polîtîkayan xurttir bû, û niha gelê nêzî pêkanîna armancên xwe ye. (BI WÊNE)

Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê binpêkirinên mezin ên li dijî şêniyên wan deveran eşkere kirin û piştrast kirin ku hikûmeta veguhêz a yekalî li Sûriyeyê krîzê kûrtir dike û welêt roj bi roj dixe nav tariyê. (BI WÊNE)

Şaredariya Gel a Til Birakê, rêze projeyên xizmetguzariyê yên sala 2025’an, dest pê kir. Di nav wan de asfaltkirin rêyên sereke, guhertina torên kanalîzasyonê û çêkirina depoyên avê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Tirbespiyê ji bo ser şermezarkirina komkujiyên li Siwêdayê daxuyaniyekê bide (12:00)  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi dirûşmeya "Bi rihê Şoreşa 19ê Tîrmehê, em bi hev re jiyaneke aram û civateke azad û demokratîk ava dikin" gelê Kantona Firatê dê salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê li Meydana Şehîd Egîd a li Kobaniyê saet di 19:00 de pîroz bike. Her wiha saet 19:30 li Parka 4ê Nîsanê ya bajarê Hesekê, Saet 19:00 li Parka Azadî li bajarê Qamişlo. saet 20:00 , li Parka Newroz a Girkêlegê pîrozbahî dê were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclîsa Rêveber a Kantona Reqayê bi boneya salvegera 13’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Stadyuma Şaredariya Reqayê saet 18:00’an de şahiyekê li dar dixe. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Tebqayê jî saet di 18:00’an de li Navenda Çandê ya Tebqayê şahiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)