Qasim Erecî li Tehranê ye

Şandeyeke ewlekariyê ya Iraqê bi serperiştiya berpirsê Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ji bo pêkanîna çend hevdîtinan serdana Tehranê kir. Di şandeyê de Wezîrê PDK’yî Rêber Ehmed jî heye.

Qasim Erecî li Tehranê ye
10 mijdar, 2024   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke payebilind a ewlekariyê ya Iraqê bi serperiştiya berpirsê Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ji bo pêkanîna çend hevdîtinên li ser mijarên ‘ewlekariyê yên di navbera her du welatan de, xurtkirina ewlekariya sînoran, xurtkirina hevkariya di têkoşîna li dijî terorê de’ serdana Tehranê kir. 

Hate zanîn ku di şandeyê de wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê yê PDK’yî Rêber Ehmed jî heye.

Qasim Erecî hefteya borî jî li Enqereyê bi wezîrê derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan re hevdîtin kiribû.

(mh/fr)