Li Qamişloyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir

Xwendekarên li Qamişloyê ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî xwepêşandan li dar xist û daxwaza parastina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî kir.

Li Qamişloyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
Li Qamişloyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
Li Qamişloyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
Li Qamişloyê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
2 mijdar, 2026   11:21
QAMIŞLO

Xwendekarên dibistanên li bajarê Qamişlo, ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî û dayîna tenê 3 saetan di hefteyekê de, xwepêşandan organîze kir.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir heta avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya li naverasta bajêr berdewam kir, di xwepêşandanê xwe xwendekaran bang li rakirina biryarê ji holê û sererastkirin wê kir.

Beşdarvanên xwepêşandanê dan zanîn ku bi vê biryarê zimanê kurdî ji perwerdeyê tê dûrxistin, daxwaza perwerdeya bi materyalên zimanê kurdî û naskirina destûrî ya bi zimanê kurdî wekî zimaneke fermî li herêmê kirin.

Xwepêşandan bi berzkirina sloganên der barê parastina mafê zimanê kurdî û misogerkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi dawî bû.

Ji dawiya Tebaxa borî ve ji bo perwerdeya bi kurdî li Qamişlo, Hesekê û bajarên din ên Rojava çalakî tên lidarxistin.

(sb)

ANHA