ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2026
11 tebax, 2026   02:00

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Arslan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê û naskirina mafên gelê Kurd dê bandora domînoyê çêke. 

Miqdara giştî ya para mazotê li bajar û bajarokên herêma Cizîrê mehane digihêje 12 milyon û 937 hezar û 798 lîtreyan. Ev mazot ji bo jeneratoran, firin, aş, avê û kamyonên veguhastinê tê dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên zêdetirî 20 gundên li herêma Aliyan ji ber xerabiya rêya di navbera herêmê û bajarê Girkê Legê de gazincan dikin. Xerabûna rê dihêle ku metirsiyên bûyerên trafîkê zêde bibin û seyareyên şêniyan xerab bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Qamişloyê zêdetirî 200 karker li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo kom dibin û li bendê dimînin ku karekî ji xwe re peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pevguhertina pereyan û kêmbûna pereyên nû li bajarê Hesekê, hiştiye ku kel û pel jî li bajêr biha bibin. Guhertina lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolar jî bi 2 nirxên cuda pêk tê. Sazî dan û standina bi pereyên kevn red dikin, dema pevguhertinê jî ber bi dawiyê ve diçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê merasîma bîranîna 90 şehîdan li hola PYD‘ê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).