Xwendekarên Fakulteya Çand û Hunerê destek da Meclisa Zanîngeha Rojava

Xwendekarên Fakulteya Çand û Hunerê ya Zanîngeha Rojava da zanîn ku ew destekê didin helwesta Meclisa Zanîngeha Rojava û bi mafên xwe yê perwerdeya bi kurdî ve girêdayî ne.

Xwendekarên Fakulteya Çand û Hunerê destek da Meclisa Zanîngeha Rojava
2 mijdar, 2026   16:07
QAMIŞLO

Xwendekarên Fakulteya Çand û Hunerê ya li bajarê Dêrikê, daxuyanî da û diyar kir ku ew destekê didin helwestê Zanîngeha Rojava.

Daxuyanî ji aliyê xwendekar Edhem Şêxmûs ve bi zimanê kurdî li pêşiya avahiya Fakulteya Çand û Hunerê hate xwendin. Di daxuyaniyê de xwendekarên fakulteyê anî ziman ku ew destekê didin helwestê Meclisa Zanîngeha Rojava û ew bi mafên xwe yên perwerde, parastina xweseriya Zanîngeha Rojava û zimanê kurdî ve girêdayî ne. Her wiha diyar kirin nabe ku siberoja ciwanên Kurd, xeyal û armancên wan bibin qurbaniyên berjewendiyên siyasî û mafê wan e ku ji bo siberoja xwe biryarê bidin û ew daxwaz dikin ku xweseriya herêm, zanîngeh û zimanê wan hebe.

Xwendekaran bang li hemû alî, saziyên navneteweyî û gel kir ku li hemberî zilmê û siyaseta paşguhkirine xwedî helwest bin û parastina mafê xwendekaran ê perwerdeya kurdî bikin.

(np)

ANHA