Li gundewarê Til Birak 4 zarok noqî avê bûn

Li gundekî gundewarê Til Birak ê girêdayî Hesekê 4 zarok di golekê de noqî avê bûn, 2 zarok hatin derxistin û rewşa wan nayê naskirin, 2 zarokên din jî winda ne.

Li gundewarê Til Birak 4 zarok noqî avê bûn
31 cotmeh, 2026   14:23
HESEKÊ

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li gundê Til Zeheb yê girêdayî navçeya Til Birak a gundewarê Hesekê 4 zarok di goleke avê ya derxistina qûmê noqî avê bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê 2 zarokan hatin derxistin û agahî ser rewşa wan nayê zanîn, 2 zarokên din jî hîn winda ne.

Şêniyan bang li tîmên destwerdan û parêzvana sivîlan kirin ku berê xwe bidin cihê bûyerê, li her du zarokên winda bigerin.

Heta niha sedema derketina vê bûyerê û navê zarokan nayê zanîn.

(sb)

ANHA