Zanîngeha Rojava: Pêvajoya hevyazbariyê ya ku berê hatibû ragihandin dê bidome

Zanîngeha Rojava ragihand ku pêvajoya hevyazbariyê ya ku berê hatibû ragihandin, dê dewam bike û encamên hevyazbariyê jî di demeke nêz de dê werin ragihandin. Her wiha ji Wezareta Xwendina Bilind xwest ku zanîngeh bi hemû statuya xwe ve wekî xwe bimîne.

Zanîngeha Rojava: Pêvajoya hevyazbariyê ya ku berê hatibû ragihandin dê bidome
2 mijdar, 2026   11:51
QAMIŞLO

Meclisa Zanîngeha Rojava der barê rewşa zanîngehê û pêvajoya perwerdyê de daxuyaniyeke da.

Daxuyanî li avahiya zanîngehê li Qamişlo bi beşdariya xwendekar û mamosteyan, ji hêla hevseroka Zanîngeha Rojava Rojîn Oso û mamoste Xelîl Hisên ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Di bin siya nîqaşên berdewam û pêşketinên çarenûsî yên têkildarî pêvajoya entagrasyonê û siberoja saziyên perwerdeyê li herêma me û di çarçoveya berpirsyariya me ya akademîk û exlaqî de ku her dem berjewendiya xwendekar û zarokên vê herêmê li pêş e; her wiha wek xwedîderketineke li rêça me ya akademîk ku kevirê bingehîn ê wê bi ked û xwêdana mamoste û xwendekarên me di nava deh salên têkoşîna berdewam de hatiye dayîn, Meclisa Zanîngeha Rojava xalên jêrîn bi raya giştî re parve dike:

- Em bi awayekî stratejîk tekez dikin ku em ji roja pêşîn ve bi pêvajoya entagrasyonê re bûn û hê jî li ser vê helwestê ne, me mehên derbasbûyî di amadekariyên herî cidî û berfireh de derbas kirin da ku xizmeta siberoja perwerdeya bilind bikin.

Lê belê piştî civîna dawîn a Meclisa Zanîngehê û nirxandina xwestekên tevahiya xwendekaran ji hêla meclisê ve, bi awayekî aşkera diyar bû ku biryarên ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê ve yên der barê Zanîngeha Rojava de hatine derxistin, bi tu awayî li hêviyên me nehatin û bersiva daxwazên me yên rewa nedan; bi taybetî ku ew biryar bi temamî ji rastiya akademîk, civakî û dîrokî ya herêma me dûr in.

Daxwazên me yên bingehîn:

Em ji Wezareta Xwendina Bilind dixwazin ku taybetmendiya herêma me û kurdîbûna Zanîngeha Rojava bi awayekî cidî li ber çavan bigire.

Divê zanîngeh di vê sala xwendinê de bi hemû statuya xwe ve wekî xwe bimîne, heya ku di encama diyalogan de formuleke lihevhatinê ya hevseng bê dîtin ku taybetmendiya me ya neteweyî, akademîk û çandî biparêze.

Garantîkirina ku tu beşek neyê girtin, ji ber ku ev beş hemû ji bo bersivdayîna pêdiviyeke civakî ya mezin, akademîk û jiyanî ya herêmê hatine avakirin.

Xwendekarên Kurd ev 12 sal e ku bi zimanê kurdî pewerdeya xwe dibînin, derbasbûn ji bo fakulte û zanîngehên erebî wê pir zehmet û pirsgirêk be.

Liberçavgirtina rewşa aborî û jiyanî ya giran a ku îro herêm tê re derbas dibe, lewma xwendekar û malbatên wan bi tu awayî nikarin bar û mesrefên giran ên xwendinê li parêzgehên din hilgirin.

Li ser vê bingeha neteweyî û akademîk, Meclisa Zanîngeha Rojava bi awayekî fermî radigihîne ku pêvajoya hevyazbariyê ya ku berê hatibû ragihandin, wê berdewam be, û encamên hevyazbariyê jî di demeke nêz de wê werin ragihandin. Her wiha, zanîngeh dê bêyî ku bi tu awayî paşve gavê biavêje, karên xwe yên îdarî û perwerdehiyê bidomîne, heta ku zanîngeheke taybet û xweser ji bo herêma me bê avakirin ku zimanê perwerdehiyê tê de duzimanî (kurdî-erebî) be, ligel parastina tam û bê şert a hemû beş û pisporiyan.

Di dawiyê de, ji bo me rûmetek e ku zanîngeha me jî bibe beşeke çalak û afirîner di nava sîstema xwendina bilind de li Sûriyeyê, lê pêwîst e ev sala li pêş me ji bo diyalogeke avaker û akademîk li ser siberoja zanîngehê bê veqetandin; di bin banê parastina maf û siberoja xwendekarên me û mamostayên me ku di nava deh salên borî de kedeke mezin dan û gelek zehmetî kişandin."

(k)

ANHA