‘Destdirêjî li ber entegrasyonê û vegera koçberan dibe asteng‘

Hevserokê rêxistina PYD`ê ya Hesekê Ferhan Dawûd anî ziman ku hikûmeta veguhêz li hemberî êrişên li ser koçberên Girê Spî helwestekî xurt nîşan neda û got, eger ev bûyer dubare bibe dibe ku li ber vegera koçberan û pêvajoya entegrekirine bibe asteng.

‘Destdirêjî li ber entegrasyonê û vegera koçberan dibe asteng‘
2 mijdar, 2026   04:50
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

26`ê Cotmehê (2026) dema ku koçberên Girê Spî vegeriyan bajarê xwe nişticihên ku ji derve hatine û dest danîne ser mal û milkên wan êrişî wan kirin, trimbêl û hemû kel û pelên wan şewitandin.  Der barê mijarê de hevserokê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Ferhan Dawûd ji ajansa me re axivî.

Dawûd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li pey êrişên li ser koçberên Girê Spî aliyên herêmî û yên derve hene û wiha got: "Êrişa li ser koçberan bandorek neyinî li ser rewşa Sûriye û têkiliya pêkhateyan dike. Li Girê Spî niştîcehên ku ji derve hatine û dest danîne ser mal û milkên xelkê wê resen êrişî koçberên vedigeriyan cih û warê xwe kirin. Trimbêl, kel û pelên wan şewitandin û diruşmên nijatperest berz kirin. Ev ne cara yekem e ku êrişî koçberan dikin. Hêzên derve hîna destwerdanê li Sûriyeyê dikin û gelê Sûriyeyê dibe qurbaniyê berjewendiyên wan."

Dawûd di berdewiya axaftina xwe de bûyerên li Peravê û Siwêda qewimî bi bîr xist û got: "Bûyerên tundrew ên li Peravê, Siwêda û Rojava qewimî dibe sedema nakokiyên mezhebî, baweriya hemwelatiyan bi hikûmetê kêm dike û hêzên derve sûd jê werdigirin. Hikûmeta veguhêz heya niha pirsgirêkên ewlehiyê yên Sûriyeyê çareser nekiriye û aramî nîne. Pirsgirêkên aborî, siyasî û ewlehiyê jî didomin."

Her wiha Dawûd dosya vegera koçberan jî nirxand û got: "Helwesta hikûmeta veguhêz li beramberî êrişên li ser koçberan ne xurt bû. Di peymana 29`ê Çileyê de hatibû gotin ku divê koçber vegerin warê xwe. Lê hikûmet û berpirsên entegrekirinê dirêjî didin dosya vegera koçberan. Dema êrişî koçberan dikin peyam didin ku zehmete koçber vegerin warê xwe. Îstîxbarata Tirkiyeyê herêmê bakur bi rê ve dibe û endamên hêza ewlekariyê di bin serweriya wan de tevdigerin."

Dawûd diyar kir ku zimanê nefretê û provokasyon nakeve xizmeta gelê Sûriyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Destdirêjî û êrişa li ser koçberan bandoreke neyînî li ser pêvajoya entegrasyonê dike. Zimanê nefretê û provokasyon ziyanê dide gelê Sûriyeyê. Ji bo pêvajoya entegrasyonê bi ser bikeve pêdivî bi hişmendiyeke demokratîk û aştiya civakî heye. Niştecihên ji derve hatine Girê Spî ne xelkê wê yê resen in, lê ji parêzgehên din ên Sûriyeyê hatine. Xelkê resen ê Girê Spî li ber çavên civaka navneteweyî hatin koçberkirin."

Di dawiyê de Ferhan Dawûd bang li hikûmeta veguhêz kir ku bi berpirsyarî nêz bibe û erka xwe pêk bîne û got: "Bila gelê Sûriyeyê nekeve bin bandora zimanê nefretê û provokasyonan. Kesên êrişî koçberên Girê Spî kir divê werin cezakirin. Divê mal û milkên koçberan li wan bên vegerandin û aramî li herêmê çêbe."

(np)

ANHA