P.Y.D.K.S bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir

P.Y.D.K.Sˊê di çarçoveya destpêkirina propagandaya hilbijartinê û aşkerakirina bernameya xwe ya hilbijartinê beriya destpêkirina hilbijartinên şaredariyan civîneke çapemeniyê li dar xist.

P.Y.D.K.S bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir
27 gulan, 2024   16:36
KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê (P.Y.D.K.S) bi destpêkirina propagandaya hilbijartinê ya partî û tifaqên beşdarî hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir.

P.Y.D.K.Sˊê li Kobanê bi beşdariya endamên rêveber ên partiyê bi civîneke çapemeniyê bernameya xwe aşkera kir. Endamê Komîteya Siyasî ya P.Y.D.K.Sˊê bername xwend.

Di bernameya hilbijartinê de çend xal hatin destnîşankirin, bi taybetî pêwîstiya beşdarbûna welatiyan di hilbijartinan de, ji ber ku ew navgîna demokrasiyê ye, danîna kesê rast li cihê rast, beşdariya gel di biryardanê de, xurtkirina şaredariyan û rêvebirina wan. Li kêlek wê gelek xalên din hatin bibîrxistin ku ger partî di hilbijartinan de bi ser ket dê bajêr bi pêş bixe, tora peywendî, kehrebê û binesaziyan baş bike.

P.Y.D.K.Sˊê tu tifaq bi partiyên din ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re îmze nekirin. Partiyê 2 namzetên xwe ji bo Kobanê û 7 namzet jî ji bo bajar û bajarokên din ên kantona Firatê diyar kirin.

(fr)

ANHA