Cotkar: Em bi hêvî ne buhaya kirîna genim were guhartin

Cotkarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a diyarkirina kirîna genim de, banga vegerîna li biryarê kir. Cotkaran diyar kir ku li gorî vê nirxê lêçûna çandina genim dernakeve.

Cotkar: Em bi hêvî ne buhaya kirîna genim were guhartin
Cotkar: Em bi hêvî ne buhaya kirîna genim were guhartin
Cotkar: Em bi hêvî ne buhaya kirîna genim were guhartin
Cotkar: Em bi hêvî ne buhaya kirîna genim were guhartin
Cotkar: Em bi hêvî ne buhaya kirîna genim were guhartin
Cotkar: Em bi hêvî ne buhaya kirîna genim were guhartin
Cotkar: Em bi hêvî ne buhaya kirîna genim were guhartin
27 gulan, 2024   17:12
REQA

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh buhaya kirîna berhema genim bi 31 sentan ji bo her kîloyekê, diyar kir. Cotkarên herêmê li hemberî vî buhayê nerazîbûna xwe nîşan da.

Cotkar Îbrahîm El Elî yê ji kantona Reqayê ku 30 donim genim çandine got: "Lêçûna çandinê buha be. Ev buha jî ji bo cotkaran ne di cih de ye. Di navbera lêçûn û buhaya diyarkirî de cudahî pir e."

El Elî bang li berpirsên Rêveberiya Xweser kir ku li vê biryarê vegerin, ji ber ku ew ne di cih de ye.

Her wiha, cotkar Hemed El Hisên ê ji Reqayê diyar kir ku hilberîna îsal ji ya sala borî bi pirî kêmtir e û buhaya kirîna ya diyarkirî lêçûna çandina avî dernaxe.

El Hisên diyar kir ku buhaya sala borî ji yê îsal baştir bû.

Ji bajarê Dêrikê ya kantona Cizîrê, Mihemed Seyid Îbrahîm got: "Em hêvî dikin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk buhaya kirîna genim biguhere û rewşa aborî ya gel di ber çavan re derbas bike."

Cotkarê bi navê Mihemed Cuma Korî yê ji bajarê Tirbespiyê got: "Em vî buhayî qebûl nakin. Em ê zirarê bikin. Nexasim hemwextî buhabûna ku em tê de û lêçûna zêde ya çandina berhemê. Pêwîst e li biryarê were vegerîn."

Ji kantona Minbicê cotkar Ebas El Hesen destnîşan kir ku li hemberî biryara diyarkirina buhaya kirîna genim mat man û got: "Ev buha ji bo cotkaran ne guncaw e û têrê nake ku cotkar karê xwe bidomîne."

El Hesen wiha domand: "Me hêktarek zevî bi 600 dolar kirê kir. Me genim ji Saziya Pirkirina Tovan bi 530 dolar wergirt û tonê semadê bi 600 dolar wergirt. Her wiha lêçûna tiştên din wek mazotê jî heye. Ji ber wê buhaya genim ne bi qasî van lêçûnan e û têra debara jiyana malbata cotkar a salekê nake."

El Hesen bang kir ku li vê biryarê vegerin û rewşa cotkaran di ber çavan re, derbas bikin.

Her wiha, cotkar Mihemed Sebrî El Hesen ê ji gundewarê Minbicê diyar kir ku ev buha ji bo ku cotkar sala bê çandinê bidomîne, têrê nake. Ji ber ku buhaya genim erzan e û yê mazotê buha bû.

Cotkarên Reqa û Minbicê bang li Rêveberiya Xweser kir ku li diyarkirina buhaya kirîna genim vegere.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku vê sibê cotkarên kantonê li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn û banga guhartina buhaya kirîna genim kir.

(mh)

ANHA