Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan

Şêniyên Amûdê şehîdên mehên Nîsan û Gulanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 40 şehîdan
27 gulan, 2024   14:29
AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û malbatên şehîdan tev li merasîma bîranîna şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bûn. Meclisa Malbatên Şehîdan merasîm li hola nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Amûdê li dar xist.

Di merasîmê de 40 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bibîranîn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Ehmed di merasîmê de axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Ehmed got: "Bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, misogeriya çareserkirina doza Kurd e. Em ê têkoşînê berdewam bikin ta ku armancên şehîdan pêk bînin."

Piştî axaftinan sînevîzyonek têkildarî wêneyên şehîdan hate pêşandan.

(şx)

ANHA