PYDˈê geşedanên dawîn ji gel re şîrove kirin

PYD'ê di civînan de geşedanên dawîn ji şêniyên li Til Hemîs û yê Girkê Legê re şîrove kirin. Di civînan de girîngiya xurtkirina hevgirtina gel hat destnîşankirin.

5 kanûn, 2024   19:19
QAMIŞLO

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Til Hemîs bi armanca nirxandina geşdanên dawî ji gel re civînek li hola Navenda Çandê ya bajêr li dar xist. Di civînê de bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Şêwirmend Kawa Ehmed geşedanên dawîn ên herêmê şîrove kirin û teqezî bi girîngiya naskirina metirsiya terora Tirk a li dijî herêmê kir.

Kawa Ehmed got, armanca Tirkiyeyê berfirehkirina qada dagirkeriyê û zindîkirina ye û împeratoriya Osmanî ye. Her wiha bi bîr xist ku Osmaniyan 400 sal be Sûriye dagir kiribû niha jî heman senaryoyê dubare dike.

Ehmed bal kişand ser koçberkirina bi darê zorê ya şêniyan ji kantona Efrîn - Şehbayê û destnîşan kir ku koçberkirina şêniyan nîşan dide ku di bin navê parastin sivîlan de niyeta pêkanîna plana Osmanî û valakirina herêmê ji nişteciyên wê yên resen heye.

Kawa  banga xwerêxistinkirina li gorî terza şerê gel ê şoreşgerî û piştgirîkirina hêzên parastinê li gel kir.

 Meclisa PYDˈyê ya bajarê Girkê Legê civînek li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li dar xist. Di civînê de bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Hevserokê Meclisa PYD'ê ya kantona Cizîrê Mihemed Ebdurehîm diyar kir ku geşedanên dawîn metirsiyên mezin li ser tevahiya gelê Sûriyeyê bi taybetî gelê Kurd çêdike.

Ebdurehîm girîngiya yekitiyê vegot û ev bang kir "Divê em yek bin, divê em herêmên xwe bi rihê şerê gel ê şoreşgerî biparêzin, îradeya gelan wê xeterî ji holê rabin û serkeftin mîsoger bibe.

(mh/bb)

ANHA