Dagirkeran li Minbicê 2 kesên din qetil kirin

Artêşa Tirk a û çeteyên wê li gundewarê Minbicê 2 kes qetil kirin.

Dagirkeran li Minbicê 2 kesên din qetil kirin
5 kanûn, 2024   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê kantona Minbicê bi dijwarî topbaran kirin û gelek mal wêran kirin.

Di êrişa li ser gundê El Bû Zaxê de jina bi navê Zehra Elî El Ceban a 23 salî û birayê wê Ehmed şehîd bûn.

Di saetên piştî nîvro de jî di êrişa li ser gundê Faratê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) şehîd bû û jina bi navê Seida El Ferec (45) jî bi giranî birîndar bû.

Bi vê yekê hejmara şehîdên êrişên îro yên li ser Minbicê dibin 3 û yek birîndar. Li gorî agahiyan, dibe qurbaniyên din hebin.

(bb)

ANHA