Projeya duyemîn a hilbirandina semada xwezayî
Ji bo pêşxistina çandiniyê bi rêbazên xwezayî Desteya Jîngehê ya Herêma Firatê projeya duyemîn bi navê Bîtmos dest pê kir
Desteya Jîngehê ya herêma Firatê ji bo pêşxistina çandiniyê bi rêbazên xwezayî û piştî serketina projeya yekemîn a bi navê Fêrmî Kompost, dest bi projeya xwe ya duyemîn bi navê Bîtmos kir.
Têkildarî mijarê endezyarê çandiniyê û çavdêrê projeyê Sefqan Ehmed axivî û got: “Me dest bi projeyeke bi navê Bîtmos kir, armanc jê avakirina jîngeheke xweş e. Di nava Bîtmos de jî pelên daran û bermahiyên lawiran her wiha beşeke kêm ax tê lihevxistin. Ev têkil bi qasî du mehan dimîne dûre di nav axê de were belavkirin.”
Ehmed da zanîn ku wê destpêkê dê ev têkil di nav hin zeviyan de bê belavkirin, dûre bidin cotkaran û dermanxaneyên çandiniyê.
(sş)
ANHA