Di bombebarana li ser gundekî Şêrawayê de welatiyek birîndar bû

Balafireke bêmirov malek li gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê bombebaran kir. Di encamê de kalemêrek birîndar bû.

 Di bombebarana li ser gundekî Şêrawayê de welatiyek birîndar bû
3 kanûn, 2023   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker malek û nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê kir hedef. 

Di encamê de li gor agahiyên pêşîn kalemêrek birîndar bûye û zirarên madî hene.

Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker heta niha bi 7 topan gund û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kiriye hedef. Hemwextî wê tevgereke zêde ya balafirên keşfê heye.

Beriya niha jî, balafireke bêmirov a dewleta Tirk 2 nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li navçeya Şêrawayê tobparan kiribûn û di encamê de zirarên madî çêbûbûn.

(şx)

ANHA